Li Îranê navê jinên mirî nîne “Merhûme” heye!
Komara Îslamî ya Îranê jiyana jinan a rojane, ji aborî heta spore, ji nedîtî ve tê û ev yek di mirina wan de jî bi heman rengî ye.
Navenda Nûçeyan - “Merhûme” gotinek Erebî ye di wateya “jina misilman a jiyana xwe ji dest dayî, jina misilman a mirî” de tê xebitandin. Di Komara Îslamî ya Îranê de navê jinên jiyana xwe ji dest didin di îlanan de jî nayên nivîsîn.
Di rojên derbasbûyî de malbata jineke ku jiyana xwe ji dest da îlan da lê mixabin di îlana hat dayîn de navê jinikê derbas nedibû. Yên li Îranê medyayê bi kar tînin wêneyê wê jinê xistin cihê ku çîroka rojê tê parvekirin û bertek nîşanî vê yekê dan.
Hiqûqnas jî diyar dikin ku ji aliyê rayedarên Îranê ve ji çapxane û buroyên çapemeniyê re hatiye ragihandin ku îlan û nivîsandina navê jinên jiyana xwe ji dest dane xedexe ye û bal dikşîne ku ev pêkanîn ne nû ye.