Li Îranê meşa şoreşê ya gelan berdewam dike

Serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê dest pê kir berdewam dike, ji bustên bajêr re wêneyên kesên hatine darvekirin hatin daliqandin.

Navenda Nûçeyan- Serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir, 5 mehên xwe li pey xwe hişt, gel tevî hemû zextên dewletê jî kêliyekê jî qadan naterikîne. Gel duh di saetên şevê de Sinê, Mehabad, Dehgulan, Kirmaşan, Kamyaran, Saqîz, Ciwanro, Îlam, Urmiye û li gelek bajarên Kurdistanê agir pêxistin û dirûşmeyên azadiyê berz kirin. Çalakvanên stranên şoreşê vegotin, bertekên xwe yên li dijî rejîma Îranê jî bilind kirin.

Xwepêşandan li herêmên Tehran, Bandar Abbas, Dezful, Save, Tebrîz, Îsfehan, Çabehar, Şîraz, Kîş, Ize, Ehwaz, Buşehr, Mazenderan, Qum, Meşhed û bajarên din li qadan bûn. Çalakvanên ku baregehên Besîc dan ber agir, ji bustên bajêrê jî wêneyên kesên hatine darvekirin daliqandin.