Li Îranê jinan li dijî testa keçaniyê kampanya dan destpêkirin
Li Îranê jinê-an ji bo rakirina testa keçaniyê ya beriya zewacê kampanyaya onlîne dan destpêkirin. Heta niha 25 hezar îmze hatine berhevkirin.
Navenda Nûçeyan- Ji aliyê aktîvîstên mafên jinan ên Îranê ve li dijî testa keçaniyê kampanyayek hat destpêkirin. Di demeke kin de 25 hezar kesan îmze kirine û tevli kampanyaya ku li ser onlîne hat destpêkirin bûn.
Li Îranê jinên ku dixwazin testa keçaniyê ya beriya zewacê ferz e bê rakirin, bang li Serokatiya Meclisa Îranê kirin û gotin; “Em dixwazin testa keçaniyê bê rakirin” û ragihandin ku wan dest bi kampanyayê kirine. Aktîvîstên jin ên Îranê dixwazin qanûna ku beriya zewacê testê ferz dike bê rakirin.