Li Îranê jin ji bo gelan têkoşînê dikin

Nivîskar Rana Solêmanî bal kişand li ser pêşengtiya jinê ya di serhildana Îranê de û got; ‘Heta ku mafê xwe bi dest nexistin tû civak nagihe aramiyê’ û dibêje cesareta wan ya têkoşînkirinê heye.

MOJDA KIRMANŞANÎ

Navenda Nûçeyan- Bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya têkoşîna jinê, jin li dijî sîstema mêrsalariyê, newekheviyê, tundîtûjî daketine qadan û çalakiyan li dardixin. Îsal jî çalakiya herî bi bandor jî li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana ku berdewam dike û jinên ku pêşengtî dikin derxistiye holê. Jinên ku li dora dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hatîn ba hev, ji şoreşê re pêşengtiyê dikin. Nivîskar Rana Solêmani di derbarê antî demoqratîka Îran û pêkanînên netewperestî de nirxandin kir.

‘Jinan qezenç kir’

Rana Solêmani diyarkir ku ji dîrokêve ew pêkanînên û zextên ku li beramberî jinên tê kirin, li dijî vê newekeheviyê behsa rola giring ya jinê kir û wiha got: “Jin bûn xwedî hîşmendî, êdî serê xwe li beramberî zext û zilmê na tewînin û rabûne ser lingan. Em dizanin eve zehmete, ev têkoşîna zehmet hîn dom dike û wê li Îranê zext hîn zêdetir bibin. Lê belê emê qezenç bikin, ji ber jin êde ketin ferqa mafê xwe û dizanin. Di nava civakê de hindî mafê xwe bi dest nexistiye wê kesek aram nebin. Em dizanin nivê vê civakê ji jinan pêktên û ev jin ji bo civakê kesên zana, rewşenbîr û kedkar mezin dikin. Komara Îslamê difikrin ku jinan bêxin dibin zextan de û wan ji civakê dûr bixin.”

‘Jin Jiyan Azadî dirûşmeya civakê ye’

Rana Solêmani îşaret bi serhildana ku bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî destpêkirî û belav bûye ne tenê ji bo jinane ji bi meran jî giringe û got: “Ev dirûşme ji bo hemû mirovên welatê me daxwaza me ya wekhevî, azadî, edalet, civaka demoqratîk derxistiye holê û emê di dirûşemeya xwe de israr bikin. Sembola vê şoreşê cesareta jinên Îranê ye.” 

 ‘Divê têkoşîna jinê were nivîsandin’

Rana Solêmani da zanîn ku divê ev pêvajo were nivîsandin û li Îranê edebyat hertim di bin zextan deye û divê edebyata jinê hebe û tiştên ku hatin nivîsandin li Îranê were weşandin û wiha got: “Li Îranê 80 Milyon mirovên me hene, ger ev pirtûk li Îranê neye weşandin wê çawa bigihe gel? Berhemên edebyatê ji bo hişmendî dayîna avakirinê ye. Hüner guherîn û hişmendiye.’

‘Di rêyên zehmet de cezareta me ya têkoşînê heye’

Rana Solêmani di dawiyê de roja 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Ez wek nivîskar û jinekê, li pêşiya me rêyek zehmet heye û ji bo vê rêya zehmet, cesaret û hêviyên me hene, roja cîhanî ya jinan em dizanîn ayîdî jinê ye û lê belê ez dikarin îro bejim ev roj bûye ayîdî hemû mirovahiyê.”