Li Îranê ji dû jinên derhêner û Aktirist ceza hat dayin

Li Îranê bi hêceta ku bejdarî xwepêşandanan bûne derhêner Mojgan Ilanloo û aktirist Samana Babazadeh hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Îran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê serhildanên ku bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî destpêkirî ket meha xwe ya pêncem de, bi hêceta ku 18’ê Cotmehê bejdarî xwepêşandanan bûne derhêner û belegeselcî û çalakvana civakî  Mojgan Ilanloo sewqî girtîgeha Evînê hat kirin û cexayê qamîşê lê hat birîn.

7 sal û 3 meh cezayê girtîgehê

Di encama lêpirsênê de Mojgan Ilanloo bi ideaya ‘Xirakirina aramiya welat, komkorin û pêkanîna komployê’ 6 sal û bi ideaya ‘Li dijî rejîmê xebatên propaganda’ 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di heman demê de Mojgan Ilanloo bi idaeya cezayê ‘Teşwiqkirina tevgerên muxalîf’ cezayê 74 qamişan lê hat birîn. Li kêleka van cezayan jî bi cezayê endamtiya rêxsitinê ye qedexeya derveyî welat û rawestandina xebatan û cezayê pere lê hat birîn û di heman demê de dest danî li ser cihazên elektronîk.

Biryara der barê Samana Babazadeh hat eşkere kirin

Dadgeha Temyiz ya Tebrîz di 16’ê Çileyê de biryara di derbarê aktirîst Samana Babazadeh eşkere kir. Di biryarê de 2 sal qedexeya derketina derveyî welat û 10 milyon pereyê tumen lê hat birin û dest danîn ser telefona Samana Babazadeh.

Samana Babazadeh bi hêceta ku bejdarî xwepêşandanên gel bûye, di 13’ê Mijdara 2022’an de ji dozgeriya Tebrîz gazî wê kirin û piştî ku sewqî girtîgeha bajar kirin, piştre hatibû girtin.