Li Îranê ji destpêka 2023’an ve hezar û 700 kes hatine girtin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand ku ji destpêka sala 2023’an heta niha hezar û 700 kes ji aliyê Îranê ve hatine girtin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ji destpêka sala 2023’an heta niha hezar û 700 kes ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine girtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji hezar û 700 kesên hatine girtin 902 kes Kurd û 302 jî Beluc in.

Beriya niha bi çend mehan Nûnera Taybet a Mafê Mirovan a Îranê ya Netewên Yekgirtî, raporek derbarê binpêkirinên mafên mirovan piştî serhildana “Jin Jiyan Azadî” li Îranê ku bi qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaqî” ve dest pê kiribû, belav kiribû. Di raporê de hat destnîşankirin ku zêdetirî nîvê kesên ku rastî binpêkirina mafên mirovan hatine welatiyên Kurd û Beluc in, li Îranê bi taybetî li başûrê Azerbaycana rojava û bajarên Rojhilatê Kurdistanê zext û binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne. Herwiha di heman raporê de hatiye diyarkirin ku herî kêm 125 xwepêşanderên Kurd ku 13 zarok û 8 jin in ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qetilkirin.