Li Îranê ji bo pêşkeşvanên nûçeyan makyaj hat qedexekirin
Rojnameger Sima Parvanehgohar di medyaya dîjîtal de diyar kir ku ji bo pêşkeşvanên nûçeyan bê makyaj derkevin pêşiya ekranê talîmat ji wan re hatiye.
Navenda Nûçeyan – Hikumeta Îranê zordestiya xwe li ser bedena jinê li her qadê didomîne. Li gor nivîsa rojnamevan Sîma Pervanehgohar ku duh li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiribû, êdî li Îranê pêşkeşwan neçar in ku bê makyaj derkevin pêşberî ekranê.
Rojnameger ragihand ku qedexeya makyajê li ser nûçegihanên jin ên Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê hatiye sepandin û makyajerên ku di beşa nûçeyan de kar dikin du meh berê ji kar hatine dûrxistin.