Li Îranê ji bo Çerşemesûrî û Newrozê merasimên girseyî hatin lidarxistin

Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo Newrozê li Îranê jî ji bo Çerşemesûrî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Duh şeva Çarşema dawî ya salê (ya Hîcrî Şemsî) bû, di nava gelên Îranê de weke Çarşemesûrî tê zanîn û her sal bi pêxistina agir li kolan û navendên bajêr û teqandina guleyên hewayî pêşwaziya sala nû û Newrozê dikin. Ev roj weke rojeke nîşandayîna hêrsa xwe li hemberî mêran tê dîtin.

Ji ber wê yekê duh ji tirsa ku dê merasîma Çarşemesûrî veguhere serhildanan, hêzên dewleta Îranê li her deverê xwe bi cih kiribûn. Tevî vê yekê jî gelan bi pêşengiya jin û ciwanan merasîma Çarşemesûrî li dar xistin.

Bi boneya Newrozê gel, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek, Kamyaran, Sine, Kirmaşan, Mihabad, Neqede, Ûrmiye, Seqiz, Merîwan û gelek bajar û navçeyên din ên Îranê merasîmên pîrozbahiyê li dar xistin.