Li Îranê ji 7 salî heta 70 salî berxwedan mezin dibe
Di serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomîn de, Jinên temen mezin ji pacên malên xwe dirûşmeyên li dijî rejîmê berz dikin û daxwazên xwe yên azadiyê diqîrin.

SAİDA ŞERZAD
Navenda Nûçeyan- Serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve destpê kirin, bênavber didome. Xwepêşandanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî dewam dikin, mijarên wekî qeyrana aborî, cihêkariya di navbera gelan de, astengiyên civakî û siyasî encama hêrsa kolektîfa ya bi salan e li civakê didome ye. Serhildana herî dawî dikare wek şoreş bê binavkirin, ji hemû xwepêşandanên berê cudatir e. Ji ber ku xwepêşdaran tevî hemû zext, girtin û kuştina xort û keçan, dev ji qêrîna daxwaza hilweşandina rejîmê û azadiyê bernadin.
Agirê ku Jîna pêxist, hemû welat belav bû
Jinên pêşengiya van serhildanan dikin jî, li dijî rejîma Îranê berxwedana xwe didomînin. Ji bilî gelê Îranê, ji cîhanê jî piştgirî hate dayîn. Jinên ku rastî zilma rejîma Îranê tên, li dijî qanûnê dij-demokratîk ên hikûmetê li qadan daxwazên xwe diqîrin. Şoreşa ku dibin navê “Şoreşa Jinê” an jî “Jin, Jiyan, Azadî” hate afîrandin, 124 roj in bi şêweyên cuda didome. Mirovan ji seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re, ji bo pêkanîna şoreşê bi her awayî rêbazan beşdarî xwepêşandanan dibin.
Dilê xwepêşandanan ya lêdide: Sinê
Bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê ku ji roja destpêkê ve weke “dilê xwepêşandanan ya lêdide” tê bîr anîn, bû şahidê xwepêşandanên berfireh û zextên hin tundtir. Gel li dijî hikûmeta Îranê têkoşîn dike û nerazîbûna xwe nîşan dide. Li vî bajarê ji nivîsandina dirûşmeyan bigirin heta boykotkirina şirketên rejîmê, berhem û hemû tiştên girêdayî hikûmetê, gelek çalakî hat pêkanîn. Jinên kli welat der barê serhildanên gel de nêrinên xwe parve kirin.
'Dê ev têkoşîn bidome'
Yek jî welatiyên bajarê Serpol-e Zahabê Israzadeh wiha got: “Şert û mercên bajêr qet ne asayî ne û dê gel teqez têkoşîna xwe bidomîne. Serhildana li bajêr, wesayîtên kontrol yek ji wan nîşanan e ku hikûmet ji mezinbûna xwepêşandanan ditirse."
'Gel dixwaze hikûmet bê hilweşandin'
Parvîn Ehmedî ya ku li Tahranê dijî, wiha got: “Gel êdî ne wek berê ye. Niha dema em li cihêk kesek xwêpêşandan dike dibînin, nerazîbûna gel berdewam dike û xwepêşander dixwazin hikûmetê hilweşînin. Rojên derbasbûyî jineke ciwan di destê xwe de bi kaxizeke ku li ser nivîsa 'xwişk û birayê min nekujin' heye, di nibê kolana Tejrîshê dimeşiya. Gelên li wîr jî piştgirî da wê.”
'Her kêliyek tiştek çêdibe’
Hanî Majeed a ji bajarê Karajê ku li Tahranê dijî, wiha axivî: “Her kêliyek tiştek çêdibe. Gel diherikin kolanan. Dema çend ciwanên ku li hin taxên qerebalix ên Tahranê kom dibin, sî çil kesên ku wek kesên xwêpêşandan destpêkirin komdikin, endamên ewlehiyê tên û êrîşên wan dikin.”
Yek jî nişteciha Zaghfariya Tahranê Barsa Mardakhanî jî wiha got: “Li nêzîkî mala min dayîkek teman mezin heye. Her roj li ber paça mala xwe dirûşmên “Ji Hamaneyê re mirin”, “Ji Dîktator re mirin” û “Jin jiyan azadî” berz dike. Ev dayik bi porê xwe ya spî û bi destên xwe yên dilerîze û qurmiçî dibe hêviya Jînayê.”
Bêyî hicabê çalakî pêktînin
Welatiya bajara Hamedanê ya bi navê Fatima Ekbarî jî wiha dibêje: “Li Hamedanê civîn û xwepêşandan kêm bûn, lê gel bi rêyên din bertekên xwe nîşan didin. Yek ji van rêbazan jî ew e ku jin li Hamedanê bê hicabê digerin. Gelek jinên bi hicabê hene û ev jinan bêyî hicabeya ferzkirî dimeşîn û çalakiya nerazîbûnê pêktînin.”
Mêr jî piştgirî didin jinan
Yek jî welatiyên bajara Kîshê Monîca Ferzad jî wiha got: “Li vir jinan li dijî rakirina hicabeya fezkirî çalakiyên xwe didomînin. Mêr jî piştgirî didin jinan. Rakirina jinan ya hicabê bû veguherî rewşek xwazayî.
Ji Kurdan îlham girtin
Niştecîha Taleshê Marîam Mihemedî jî wiha axivî: “Mirovan her tim li hember gelê Kurd hesteke taybet xwedî kir û di van xwepêşandanan de ji wêrekiya wan îlham girtin. Niha her çiqas xwepêşandan û xwepêşandanên kolanan kêm bûne jî jinan hicabêya ferzkirî derxistin û li dijî bi salan e ferzkirina vê qanûnê li ser jinan bi bertek in.”