Li Îranê jehrîketina xwendekarên jin didome

Li Îranê der barê jehrîketina xwendekaran ku di vê dawiyê de çêdibe, daxuyaniya herî dawî ji aliyê wezareta tendirustiyê ve hat dayîn. Wezaretê diyar kir û piştrast kir ku bi awayekî bi qesd jehrîbûnek kêm bi kar anîne.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê ji Mijdara sala 2022’an ve heta niha nêzî 700 xwendekarên jin bi jehrê ketine. Bi taybetî piştî qetikirina Jîna Emînî serhildana ku dest pê kiriye ji bo jinên ciwan û zarokên keç perwerdeyê nebînîn ev tê pêkanîn. Li gorî lêkolînan, bi gaza toksît xwendekar tên jehrîkirin.

‘Jehrî hatiye bikaranîn’

Alîkarê wezîrê perwerdeyê yê Îranê Younes Panahî piştî nûçeyên bi jehrîketina xwendekaran diyar kir ku banga girtina dibistanan zêde bûye û da zanîn ku ew madeya kîmyewî ku di nava jehrê de heye, pir bi xeter nîn e, dikare were tedawîkirin. Dozgeriya Îranê diyar kir ku ev jehrîketin bi awayekî bi qesd hatiye kirin û divê were lêkolînkirin. Dozgeriyê di heman demê de der barê mijara hefteya borî de diyar kiribû ku lêkolîn dane destpêkirin. 

Herî kêm 35 xwendekarên keç bi jehrê ketin

Li Tahranê di dibistana navîn a Hayyam de duh nûçeyek nû ya bi jehrîketinê hat. Herî kêm 35 xwendekarên keç bi jehrê ketine. Der barê zincîra bi jehrîketinê de îstatîstîkên rast heta niha nehatine belavkirin lê belê li welat li 15 bajaran bûne şahidên bûyerên bi jehrîketina xwendekaran.

Li welat bûyera yekem a bi jehrîketinê di Mijdara 2022’an de li dibistana Amadeyiya Nûr a li Kûmê ku 18 xwendekaran rakirin nexweşxaneyê derket holê. Ji wê rojê heta niha dibistan dibin hedef. Di nava meha Sibatê de li ber avahiya walîtiyê ya li Kûmê ku herî kêm bi beşdariya 100 kesan çalakiya şermezarkirinê hatiye lidarxistin û xwestin ku kesên vê yekê kirine werin dîtin.