Li Îranê înternet qut bû: Gel bi reşkirina agahiyan re rû birûyî ye

Piştî êrîşên Îsraîlê, li Îranê pirsgirêka înternetê derket. Kar û barên banqeyê rawestiyan, li welat hewl tê dayîn ragihandina agahiyan bê astengkirin.

Mihabad – Êrîşên bersivdayînê yên Îsraîl-Îranê didomin. Komara Îslamê ya Îranê li welat xwegihandina înternetê sînordar kir. Li hinek eyaletan, înternet bi temamî hatiye qutkirin. Ev qutbûn bandora neynîî ne tenê li herikîna agahiyan, li jiyana gel a rojane jî dike.

Organîzasyona NetBlocks ku li tevahî cîhanê xwegihandina înternetê dişopîne, di daxuyaniya di 18’ê Hezîranê de, piştrast kir ku li tevahî Îranê hema bibêje xwegihandina înternetê bi temamî qut bûye. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Daneyên zindî, nîşan didin ku li gelemperî Îranê înternet bi temamî hatiye qutkirin. Ev rewş piştî qutbûnên demkurt, piştî pevçûnên Îsraîlê çêbû.”

VPN jî kêm e

Bi taybetî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Mahabad, Urmiye, Pîranşar, Bukan, Serdeşt û Şino, tevî bikaranîna VPN’ê jî înternet nayê girêdan. Ne tenê malperên çavkaniyên derve, malperên di nava welat de û heta servîsên Google jî venabin.

Qutbûna internetê kar û barên banqeyan, ezmûnên xwendekaran, heta karên îdarî û gelek xebatên jiyanî sekinandine. Bi taybetî li hinek zanîngehan, mînak li zanîngeha Azad, ezmûnên ku dawiya demê hatibûn plankirin ku li ser înternetê bên kirin, xwendekar ji ber qutbûna înternetê beşdarî ezmûnan nebûn.

Gel ber bi krîza aborî ve tê kişandin

Li Îranê di halê hazir de gera dayîna pereyan, sînordar e û hikumetê beriya şer jî bikaranîna pere di asteke zêde de sînordar kiribû. Ji ber vê gel pêwistiyên rojane bi qertên banqeyê pêk dianîn. Niha ji ber sekinandina pergala qertan, krîzek ku rasterast gefê li dahata mirovan dixwe çêbûye.

Astengkirina herîkîna agahiyan parçeyek zextê ye

Tê diyarkirin ku bi temamî qutbûna înternetê, bi armanca astengkirina ragihandina agahiyan ji bo gelên cîhanê ye. Ji ber van qutbûnên înternetê, zêdebûna binçavkirin û bangên îfadeyan di rojên dawî de ragihandina binpêkirinên mafên mirovan hema bibêje ne mimkun e. Pispor diyar dikin ku reşkirina înternetê ji aliyê dewleta Îranê ve weke rêbaza zextê û hezimkirinê tê bikaranîn.

Li gorî agahiyan, di xetên ragihandinê yên mobîl ên Îrancell a mezin de, pirsgirêkên cidî hene. Bi taybetî li bajarê Bukanê, lêgerînên ku li ser van xetan tên kirin qutbûna têkiliyan û zoriyên xwegihandinê tên raporkirin.