Li Îranê hilbijartina ku di dîrokê de beşdariya wê herî kêm e hate kirin

Li Îranê beşdariya ji sedî 40 ya hilbijartinên dema 14’emîn Serokkomariyê, di dîroka welat de bû hilbijartina rêjeya herî kêm ya beşdariyan.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê hilbijartina dema 14’emîn Serokkomariyê bi dawî bû. Li welat ku nêzî 62 milyon hilbijêr hene, di sindoqên ku li 59 navendan hatîn danin de hate ragihandin ku 24 milyon, 535 hezar û 185 deng hatine bi karanîn. Hejmara dengên ne derbazdar weke 1 miyon, 56 hezar û 159 hate eşkere kirin, bi rêjêya beşdariya ji sedî 40 dî dîroka welat de bû hilbijartina herî kêm ya bejdariyan.

Ma tûra duyem

Hilbijartina ku tûra duyem de ma, Mesud Pezeşkiyan bi 10 milyon 415 û 191 dengan rêjeya ji sedî  42,5 deng girt, 9 miyon 473 hezar û 298 deng jî Said Celilî ji rêjeya 38,6 dengan hilbijartin di rêza duyem de temem kir. Herdu namzetên din Muhammed Bakir Kalibaf ji sedî 13,8’ê dengan bû sêyem, Mustafa Purmuhammedî jî ji sedî 0.8’ê dengan di rêza çarem de cih girt. Tûra duyem ya hilbijartinê wê di 5’ê Tîrmehê de were kirin.

Li Îranê rêjya beşdariya hilbijartinên Serokkomariyê ku di dîroka 18’ê Hezîrana 2021’an hatî kirin de ji sedî 48,8 de mabû, heta wê dîrokê bûbû hilbijartina beşdariya wê herî kêm.