Li Îranê hêrsa gel a li hemberî dewletê xwe li ser dîwaran nîşan da

Di serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de berdewam dikin, hêrsa li hemberî hikûmetê li ser diwaran teyîsî.

Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, serhildana gel a bi pêşengiya jinan ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kiribû, 180 roj in didome.

 Duh bi sedan kes li bajarê Zahîdanê yê parêzgeha Sîstan Belûçistanê meşiyan û hêrsa xwe ya li dijî hikûmetê anîn ziman. Di çalakiyê de bal hat kişandin ku divê girtiyên siyasî bên berdan, divê dest ji girtin û revandinê berdin. Di çalakiya ku dirûşmeyên li dijî hikûmetê hatin qîrîn, êrîşên li hemberî xwendekarên jin ên bi gaza jehrî jî hatin şermezarkirin. Mollayê Zahîdanê a Mizgefta Mekkeyê di axaftina xwe ya li nimêja înê de behsa xebatên ji bo mafên jinan û hewildanên ji bo wekheviya jin û mêran kir.

 Li Bokanê bîranîn

Li Bokana ku xwepêşandan lê didomin, Hêmin Aman a ku hat qetilkirin li ser gora xwe hat bîranîn. Emîr Reza Hêmet Azad ku di çalakiyên Bokanê de hatibû kuştin jî hat definkirin.

 Hêrs li ser dîwaran teyîsî

 Li Tehranê jî kesên ku şeva borî daketin kolanan li ser dîwaran dirûşmeyên li dijî hikûmetê nivîsandin û hêrsa xwe li ser dîwaran nîşan dan.