Li Îranê hê jî nûkirina pasaporta jinan bi destûra mêran ve girêdayî ye

Jinên Îranê ji bo seyahetê divê ji mêrê ku pêre zewicî ne an jî ji mêrekî malbata xwe destûrê bistînin, Ji bo nûkirina pasaportê jinan erêkirina hevjînê tê xwestin.

SABA MAJİDİ

Kirmanşah – Jinên Îranê yên zewicî, her çend temenê wan hebe û pasaporta wan a derbasdar hebe jî, divê ji bo derketina derveyî welat ji mêrên ku pêre zewicî ne desturê bistînin. Destura hevjinê wan ji bo wergirtin an nûkirina pasaportê pêwist e. Heta jin ji bo pasaporta xwe bigre gelek caran dibe ku ji aliyê mêrê ku pêre zewicî ye were astengkirin.

Videoyek ku di van demên dawî de li Îranê  belav dibe tê axaftin. Di videoyê de jinek daxwaz dike ku qanûnên ku kontrola meran li ser jinan di mijarên belgeyên fermî yên wekî pasaportan de rê ve dibin were rakirin. Jina ku dixwaze ji bo nûkirina pasaportê neçariya destûr wergirtina hevserê wê bê rakirin, diyar kir ev rewş li dijî mirovahiyê ye û di heman deme de heqaretek li dijî wê û hevjînê wê ye.

‘Ez kesek ser bixwe me,  ez kesek têgihiştî me’

Jina ku xwe bi navê ‘Mina’ da nasin û wiha got: “Ev forma ku hûn dibînin forma nûkirina pasaportê ye û divê ev jêrbeş ji aliyê hevserê min ve were dagirtin û îmzakirin. Her wiha divê destur bide ku ez pasaport bistînim. Ez kesek ser bixwe me, ez kesek têgihiştî me. Ez xwedî wê kêrhatinê me ku xwe û malbata xwe rêve bibim. Ez dixwazim wekhevî hebe û wek mirovekî bêm dîtin.” Her wiha diyar dike ku pêvajo dem digre û ev rewş nayê qebulkirin.

Jinên nezewicî jî beşdarî qanûnê kirin

Di rastiyê de ev pêkanin li welat tenê ji bo jinên zewicî derbasdar bû. Lê di 19’ê Mijdara 2013’an de qanunên têkildar hatin berfirekirin û jinên nezewicî jî hatin bicihkirin. Ji bo çûyîna derveyî welat jî jinên nezewicî divê ji bav û birayên xwe destûrê bistînin. Her çiqas vê pêkanînê dem bi dem parêzvanên mafên jinan û hin parlementerên jin sefeber kir jî, ji welat ji bo jinan tu gav nehatin avêtin. Ev pêkanîn jinan di pozîsyonek girêdayî û bindest de dihêle û azadiya wan a çûn û hatinê ji destê wan digre. Jinên li Îranê dixwazin zagon bê guhertin, giringiya tekoşînê ya di vî warî de tînin ziman.