Li Îranê gule bera kesen teqawid dan

Li bajarên cudayên Îranê hejmarek zêde kesên teqawît, ji ber nirxên bilind, enflasyon û bêkariyê li gelek protesto li dar xistin. Li ser teqawîtan gule hat reşandin û bi derbkirine hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Qeyrana aborî ya roj bi roj li Îranê mezin dibe, herî zêde bandor li ser malbatên kêm dahatê dike. Kesên teqawît li welatê ku bihabûna nirx û bêkarî zêde dibe de, li gelek bajarên bi daketina kolanan protesto kirin.

Teqawitên ku bi taybet li Kirmaşan, Îlam, Sinê, Merîvan, Şehrekurt, Yezd, Arak, Hemedan, Tehran, Erdebîl, Tebrîz û Reştê li gelek bajaran xwe birêxistin kirin, daketin kolanan û çalakiya protestoyê pêk anîn. Teqawidan banga başkirina şert û mercên jiyanê û zêdekirina mûçe ya li gorî enflasyona heyî kirin.

Di 28’ê Sibatê saet di 10.00’an de gelek kesên teqawîtbûyî yên li Tahranê ber bi Parlamentoya Îranê ve meş pêkanîn. Lê hêzên dewletê xwestin bi derpkirinê çalakvanan asteng bikin.

Lijneya Koordînasyona Sendîkayên Mamostayan bi daxuyaniyekî ragihand ku kesên teqawît yên li ber parlementoyê kom bûne rastî derpkirinê hatine û hatine binçavkirin. Li Sinê jî hêzên dewletê li ser kesên teqawid gule reşandin.