Li Îranê girtina mamoste û xwendekaran hat şermezarkirin

Rewşenbîr, mamoste û xwendekarên ku li gelek bajarên Îranê daketin qadan, bertek nîşanî girtinan dan û daxwaza dayîna maf, serbestberdana girtiyan û dayîna perwerdeya bêpere ji bo zarokan kirin. Li hin bajaran di êrîşên li dijî çalakgeran de gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê û parêzgehên wê ji bo azadkirina mamoste û xwendekarên ku li Îranê hatine girtin, mûçeyên wekhev ji bo karê wekhev û dayîna mafên wan ên bingehîn, bi dehan çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Di van rojên dawî de li gelek bajaran bi taybetî Tehran, Tebrîz, Meşhed, Sine, Urmiye, Îsfahan, Keşan, Erdebîl, Karaj, Îlam, Ehwaz, Khorramshah, Şîraz, Qezvîn, Merîwan, Kirman, Kirmansah, Lahîjan, Khorramabad, Bandar Abbas, Hamedan û Yezdê çalakî hatin lidarxistin.
“Divê ji bo zarokan perwerdeya bêpere bê dayîn”
Dema di çalakiyê de bi pankartên “Perwerdeya bêpere”, “Prensîba wekheviyê”, “Bila dibistan bibin tam teşekul”, “Serbestberdana mamosteyên girtî”, “Serbestberdana xwendekarên girtî” daxwaz hatin rêzkirin li ber Midûriyetên Perwerdeyê û avahiyên wezaretê yên li parêzgehan, navçe û bajaran çalakî hatin lidarxistin. Gelek rewşenbîr û mamoste beşdarî çalakiyan bûn û gotin; “Em dixwazin xwedî li edaletê derbikevin. Divê zarokên Îranê bi awayekî bêpere perwerdeyê bibînin û wekhev bigihijîn xwendinê.”
Li Ehwaz û Buşehrê girtin, li Burceyê êrîş
Di xwepêşandanên ku çend roj in ji bo azadkirina mamoste û xwendekarên girtî berdewam dikin de, endamê Sendîkaya Mamosteyên bajarê Ehwazê Pîroz Namamî û hejmarek mamoste hatin girtin. Li Burceyê li dijî çalakiya mamosteyan êrîşek pêk hat. Li Buşehrê endamên heyeta rêveberiya sendîkaya mamosteyan hatin girtin.