Li Îranê girtin berdewam dikin

Li dijî jinên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî tevli serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpêkirin bûnê binçavkirin û girtin, didome.

Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve, serhildanên ku bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpêkirin didome. Zextên dewleta Îranê yên dijî çalakiyan berdewam dike. Hikûmeta Îranê ku gelek jinên beşdarî çalakiyan dibe digre, ji bo gelek jinan jî biryara girtinê da.

Masûme Ehmedî jî duh dema vedigeriya malê xwe ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin, lê agahî nehat girtin ku Masûme Ehmedî birine ku derê.

Hatîce Mehdîpûr a yek ji girtiyên siyasî yên berê ku di Cotmeha 2021'an de li Îlamê hatibû girtin, piştî 20 mehan girtî ma, di meha Sibatê de bi giştînameyeke bi navê 'efûyê' hatibû berdan. Hatîce Mehdîpûr bi îdiaya "propagandaya ji kom û rêxistinan " û "dijberiya hikûmetê û belavkirina derewan" dîsa ji bo îfadedayînê ji Şaxa 3’amîn a Lêkolînê ya Serdozgeriya Komarê hat gazî kirin.

Mehsa Şafeî Yasuj a ku piştî hat girtin hat berdan, ji aliyê Şaxa 7’emîn a Serdozgeriya Komarê ve bi îdiaya “Propagandaya li dijî hikûmetê û bi amûrên sîber tehrîk kirina gel” ji bo parastina xwe careke din gazî dadgehê hat kirin.