Li Îranê êrîşên hewayî yên DYE'yê: Malbatek hate qetilkirin
Hêzên Emerîkî piştî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser Urdunê, bi ser çend parêzgehên Îranê de girtin; di encama bombebaranê de li girava Qeşimê dê, bav û zarokekî 2 salî jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – Vê sibehê DYE’ê bajarên cuda yên Îranê kir hedef. Heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî nûçeyên hatine belavkirin, parêzgehên Bûşehr, Fars, Xuzestan û Hormozgan îro sibê bû hedefa êrîşên hewayî. Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek weşand û êrîşan piştrast kir û ev êrîş wek bersivek ji bo êrîşên duh ên Îranê yên li ser baregehên leşkerî yên Emerîkayê li Urdunê bi nav kir.
3 endamên malbetekê jiyana xwe ji dest dan
Di heman demê de medyaya dewleta Îranê ragihand ku şeva borî êrîşên Emerîkayê bajarên Qeşim, Buşehr, Ehwaz, Abadan, Şadegan, Arwendkenar, Kazerûn û Feraşbendê kirin hedef û di encamê de 3 endamên malbatekê li navçeya Çextango ya Qeşimê jiyana xwe ji dest dane.
Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Hormozganê jî nûçeyê piştrast kir û diyar kir ku di êrîşa li ser malekê li navçeya Çaxtango ya Qeşimê de, dê û bavê malbatê û zarokê wan ê 2 salî jiyana xwe ji dest dane, her wiha du zarokên din ên malbatê yên 7 û 9 salî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.
Êrîş piştî êrîşên duh destpê kir
Di heman demê de, berdevkê hêzên çekdar ên Urdunê jî êrîşên Îranê yên li dijî hedefên li welat ragihand û diyar kir ku pergalên parastina hewayî yên welat roja Pêncşemê sibehê pênc mûşekên ku ji Îranê hatine avêtin tespît kirin û bêbandor kirin. Li gorî rayedarê leşkerî, di êrîşan de ti qurbanî çênebûn.
Ev pêla êrîşan di demek ku êrîşên Emerîkayê yên li ser Îranê du şev berê hatibûn rawestandin pêkhat. Lêbelê, Îranê duh mûşek avêtin Urdunê û ragihand ku hedefên êrîşan baregehên leşkerî yên Emerîkayê ne. Di bersivê de, Donald Trump hişyarî da ku ev êrîş bêbersiv namînin.