Li Îranê erd hejiya

Li bajarê Bîlesûvar ê eyaleta Erdebîl a Îranê bi pileya 4.6 û 6 kîlometre bin erdê erd hejiya.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, li bajarê Bîlesûvar ê eyaleta Erdebîlê ya Îranê bi pileya 4.6 erd hejiya.

Erdhej bi dema herêmî saet di 08:41'ê de 6 kîlometreyî li binê erdê pêk hat.

Der barê zirar û ziyana erdhejê de heta niha tu agahiyek nehatiye bidestxistin.