Li Îranê endamekî Konseyê gef li gel xwar

Li Îranê ku pêla serhildanê roj bi roj mezin dibe, Endamê Konseya Bilind a Şoreşa Çandî bi gotina “Qanûna îfet û qanûna hîcabî wê di demek nêz de û bi şêweyek tund bê pêkanîn” gef li gel xwar û gel jî peyam da ku ew ê kolanan neterikînin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku jina Kurd Jîna Emînî ya ku li paytexta Îran’ê Tehranê hatibû binçavkirin û îşkencekirin û di 16’ê Îlonê de li nexweşxaneya ku hatî rakirin de jiyana xwe ji dest da, li welat bertekên ku berfireh bû veguherî serhildanê. Di serhildanên ku li Îranê didomin de, bersiva rejîmê ya li beramberî serhildan û daxwazên gel komkujî, îdam, tepisandin û girtin bû. Di çalakiyên ku daxwazên bingehîn yên weke rakirina ‘Polîsên Exlaqê’ û rakirina qanûnên hicabiya bi zorî hatine ser ziman de welatiyên Îran û Rojhilat bi daxwaza ku rejîm bi temamî were guhertin li qadan hebûna xwe didomînin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Konseya Bilind a Şoreşa Çandî ya Îranê Kobra Khazali ve hat dayîn de helwesta rejîmê bi awayekî zelal da ber çavan. Endam, di dema ku daxuyaniya  “Qanûna îffet û hicabî wê di demek nêz de û bi şêweyek tund were pêkanîn” ya ku li welat tê pêkanîn de, gef li gel xwar û got ku li dijî xirakirina rêgezan wê rêgezên tund bên zêdekirin. Endamê Konseya Bilind a Şoreşa Çandî Kobra Khazalî,  ev 40 sal in “qanûn û çanda Şoreşa Îranê hatiye runişkandin” jî parast û peyam da ku wê bi awayekî tund bê pêkanîn. Gel jî bersiv da vê peyamê ku ew ê qadan ne terikînin.