Li Îranê emeliyatên estetîkê zêde dibin: Divê hişyariya civakî çêbibe

Jinên Îranê bal kişandin ku bi zêdebûna bikaranîna medyaya dîjîtal, di demên dawî de li Îranê bazirganiya li ser emeliyatên estetîkê zêde bûye û gotin: “Riya rizgarkirina civakê ji polîtîkayên mêrsalar û koletiyê, ew e ku şiyariya civakî çêbibe.”

MERYEM MAHMUDÎ

Tebrîz – Plastîk cerahî yan jî bi navê wê yê tam, cerahiya plastîk, rekonstruktîf û estetîk, pêlîstin û teşedana bedenê bi awayên cur be cur ku her cure kirinên estetîkî di nava xwe de dihewîne ye. Ji ber feraseta ‘xweşikbûnê’ ya ku di vê serdemê de hatiye afirandin, plastîk cerahî bûye bazareke mezin û her diçe bi awayên cuda mezin dibe. Li Îranê, emeliyatên estetîkê yên di salên dawî de de zêde dibin ketine rojevê. Emeliyatên lu di klînîkên bê hîjyen de çêdibin, jiyan û tendirustiya mirovan dixin xeterê. Bi taybetî di salên dawî de, bijîjk klînîkên taybet vedikin û emeliyatan li wan deran dikin, saziyên rayedar jî hişyarî dikin ku ev klînîk ji bo tendirustiyê bi xeter in lê tevî van hişyariyan jî hejmara kesên ku ji bo estetîkî serî li bijîjkan didin zêde dibe.

‘Li Îranê her diçe kesên ku temenê wan biçûk e serî li emeliyata estetîk didin’

Profesor û civaknas Sara M. bi gotinên; "Torên medyaya dîjîtal bûne cihên ku çînên civakê lê hene. Gelek cerahên estetîkê û bijîjk, ji ser torên civakî ji xwe re muşteriyan dibînin. Li Îranê ji bo ciwanan rindahî, ango xweşikbûn bikaranîna berhemên kozmetîk, modelên por ên cur be cur û emeliyatên estetîk e. Ji ber vê yekê her diçe emeliyatên estetîk zêde dibin û beden ji bo ciwanan bûye fikara herî girîng. Emeliyatên estetîk, girêdayî rewşa madî ya kesan û perwerdeyê ye. Li cihên din kesên ku temenê wan mezin dibe zêdetir berê xwe didin estetîka cerahî lê li Îranê kesên ku temenê wan ciwan e zêdetir serî li vê yekê didin” bal kişand ser rewşa Îranê.

Sara M. got ku di civakê de bi emeliyatên estetîk, jin hemû dişibin hev û gotinên xwe wih berdewam kir: “Jin hem di warê cilan de hem jî şekl û şemal de bûne wekî hev. Yek ji sedemên zêdebûna emeliyatên estetîk medyaya dîjîtal e. Hinek jin berê xwe didin makyajên mayînde û enjeksiyonên botoksê û piranî di vî warî de bijîjkên ku baş nizanin, di klînîkan de karên kozmetîkê ji bo mirovan dikin.”

‘Mirov nizanin çima van hewldanên bê perwa dikin’

Bijîjk Leila N. jî got: "Prosedorên goya ji bo rindbûna zêde, ji aliyê patolojîk ve divê weke girêdaneke zêde were nirxandin. Gelek mirov nizanin çima van tiştên bê perwa dikin lewre tenê ji ber ku ‘moda’ ye dikin û dibin mehkûm. Ji ber ku hevalên wan wisa kirine ew jî pêdivî dibînin heman tiştî bikin. Operasyonên estetîk veguherîne yên komî û çend kes bi hev  re estetîka pozê dibin an jî botoks dikin. Vê pirsgirêka di civakê êdî bûye girêdan û her kes ji kesên derdora xwe bi bandor dibe."

‘Hemû kesên civakê hêdî hêdî dişibin hev’

Ji Khoiyê Sahar M. jî guherînên bi kesên derdora xwe re bi van gotinan vegot: "Di çend salên dawî de mirovên ku ez wan nas dikim û hevalên min, berê xwe dane deqan û botoksan. Di çend salên dawî de bi min re jî hewldanên wisa çêbûna û min serî li cihên ji bo rindahiyê da. Min botoks kir, ji bo rindahiyê. Ji ber vê yekê mesrefên min ên rojane jî zêde bûn. Min bi texsîdan botoks û jelan çêdikir. Hêdî hêdî min fam kir ku ev yek bi min re bûye weke nexweşiyê û hesta sûcdariyê bi min re zêde bûye. Min dît ku bi van kirinan hemû kesên di civakê de dişibin hev."

‘Divê jin ji hêza xwe bawer bin’

Sahar M. diyar kir ku bi jinan re meyldariya ji bo rindbûnê zêdetir e û wiha bi dawî kir: “Pergala kapîtalîst û desthilatdariyên baviksalar, ji bo jinan qels bikin û îradeya wan bişkînin serî li van polîtîkayan didin. Riya rizgariya civakê ji van polîtîkayên mêr û koletiyêi şiyariya civakî ye. Divê jin ji hêza xwe bawer bin, behreyên xwe keşif bikin û ji zihniyeta mêrsalar dûr, ji bo jiyan û pêşeroja xwe bixebitin.”