Li Îranê di salekî de 29 hezar û 688 kes hatin girtin

Li gor rapora binpêkirina mafan a Koma Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê; Li Îranê di salekê de 29 hezar û 688 kes hatin girtin, 474 kes ji aliyê hêzên leşkerî ve hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Koma Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê rapora ku li ser binpêkirina mafan a di navbera 21’ê Adara 2022-16’ê Adara 2023’an de amade kiriye eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di salekî de 29 hezar û 688 kes hatine girtin, hat diyarkirin ku ji wan 28 hezar û 419 kes ji ber azadiya fikir û ramanê xwe bi kar anîne hatine girtin.

Ji kesên hatin girtin 193 zarok in

Li gor raporê; Ji kesên hatin girtin 193 zarok in. Ji dozên ku hatine vekirin 258 der barê  karker, kedkar û aktîvîstên sendîkayan de, 328 li dijî parêzvanên mafên jinan, 6 der barê kesên di warê çandê de dixebitin, 24 jî li dijî çalakvanên hawirdorê û 235 jî li dijî nîjadên cuda hatine vekirin.

25 hezar û 115 zarok rastî îstîsmarê hatin

Li gorî daneyên 'netemam' ên îstatîstîkî yên îstismara zarokan; 25 hezar û 115 zarok rastî îstîsmarê hatin. Zêdeyî 20 hezar zarok hatine zewicîn, zêdeyî 5 mîlyon zarok jî ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar man.

47 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên di raporê de tundiya li ser jinê; 38 jin rastî êrîşa zayendî hatin, 47 jin hatin qetilkirin. Ji jinên hatin qetilkirin 4 jê di encama êrîşa asîdê de, 8 di encama êrîşa zayendî de, 2 jê di bin navê ‘edetê’ û 14 jê jî di bin navê ‘namûsê’ de hatin qetilkirin. 52 jin bi guman mirine.

Hêzên leşkerî 474 kes kuştin

Di raporê de hat diyarkirin ku hêzên leşkerî di sala 2022’an de 752 kes kirine hedef û hate gotin ku ji wan 474 kesan jiyana xwe ji dest dane, kesên rizgar bûne jî ji gelek cîhê xwe yên cuda birîndar bûne û der barê wan de biryara girtin û darvekirin hatiye dayîn.

123 girtî rastî îşkenceyê hatin

Di raporê de der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de ev agahî hatin dayîn: Di sala dawî de 123 girtî rastî îşkence û muameleya xerab, 5 hezar û 465 girtî ji xizmetên tenduristiyê bêpar man, 223 girtî cezaya hucreyê li wan hatiye dayîn, 116 girtî rastî lêdanê hatin.

Zext li 5 hezar û 845 girtiyan hat kirin

169 ji girtiyên ketine greva birçîbûnê sewqî girtîgehên din hatin kirin, 5 hezar û 845 girtî rastî gef û zextan hatin. Hevdîtina 50 girtî bi malbatên xwe re hat astengkirin, 16 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, 14 girtî ber bi întîharê ve hatin sewqkirin, 3 girtî ji aliyê peywirdarên girtîgehê ve hatin qetilkirin, 51 hezar û 845 girtî nikarin xwe bigihînin parêzerên xwe, 5 hezar û 501 girtî di derdoreke nebaş de hatine girtin. 2 hezar û 770 girtî destûra nexweş bûn nehat dayîn.

205 hezar û 687 karker ji kar hatin avêtin

Li gorî raporê ku binpêkirinên mafan ên di jiyana kar de jî hatine destnîşankirin; Herî kêm 205 hezar û 687 karker ji kar hatin avêtin, 287 hezar karker di dema kar de jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 324 karker jî di dema xebatê de birîndar bûn. 4 hezar û 733 dozên der barê jiyana kar de nehatine encamdan, di derbarê 6 kargehan de biryara girtinê  hatiye dayîn.