Li Îranê di salekê de herî kêm 3 hezar û 953 jin hatin girtin
Grûpa çalakvanên mafên mirovan li Îranê îstatîstîkek belav kir û hat diyarkirin ku di sala borî de herî kêm 3953 jin hatine girtin.
Navenda Nûçeyan – Jin li piraniya welatên cîhanê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xwepêşandan û çalakiyan li dijî tundî û cudakariya li ser jinan li dar dixin. Li aliyê din li Îranê jin ji ber tevlîbûna çalakiyên ji bo mafên xwe 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî dikin.
Koma çalakvanên mafên mirovan îstatîstîkekji meha 9’ê Adara 2022’an heta 7’ê Adara 2023’an belav kir û ragihand ku di serhildanên ku di encama binçavkirin û kuştina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve destpê bûne de herî kêm 3953 jin hatine girtin. Hat diyarkirin ku zêdeyî 19 hezar jin beşdarî van çalakiyan bûne.
Di vê raporê de hate diyarkirin ku ji sedî 60’ê jinên beşdarî serhildanê bûne xwendekarên zanîngehên cuda cuda bûne, di çalakiyan de herî kêm 66 jinan jiyana xwe ji dest dane.
Koma çalakvanên mafên mirovan her wiha ragihand ku herî kêm 2 hezar û 330 jinan ji ber dijberiya hicabê bi cezayê şermazarkirinê birîn û sala borî herî kêm 16 jin û 7 mêr hatine kuştin. Herwiha hat ragihand ku herî kêm 14 kes di girtîgehên Îranê de hatine bidarvekirin û herî kêm 2 kes jî bi îdamê hatine mehkûmkirin.
Di dema ku 92 sazî û rêxistinên ku bi jinan re li dijî girtina darê zorê dixebitin hatin girtin, 62 bûyerên cudakariya zayendî hatin ragihandin. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku di salekê de 38 jin hatine qetilkirin, 16 jin bi guman hatine qetilkirin, 14 jin jî rastî şîdetê hatine.
Hat ragihandin ku ji serê meha Kanûnê û vir ve li 290 dibistanan bi çekên kîmyewî li dijî xwendekaran êrîşên cûrbecûr hatine kirin, tenê li 103 dibistanan 7068 xwendekar ji ber van êrîşan zirar dîtine. Ji 99 bajaran herî kêm li 28 bajaran 81 êrîş pêk hatin. Li bajarên ku erîş pêk hatin wiha ye; Li Tehranê 33, li Qom 28 28, li Erdebîl 26, li bajarên Kohgiluye û Boyer Ehmed 21, li Xuzistanê jî 20 bûyer hatine tomarkirin.