Li Îranê di salekê de bihayê berheman du qat zêde bû

Daneyên li Îranê raxist ber çavan ku zexta enflasyonê ya di qada hilberînê de leztir bûye. Endeksa bihayê berheman salekê ji sedî 98,9, enflasyona hilberîneran a demsalî ji sedî 28,3 û ya salane jî ji sedî 66,7 zêde bû.

Navenda Nûçeyan Li gorî daneyên bihayê berheman a bihara 2026’an a Navenda Îstatîstîkan a Îranê, li welat zexta enflasyonê ya li ser maliyeta hilberînê, her ku diçe zêde dibe.

Li gorî daneyan, bihaya berhema salane ji sedî 98,9 zêde bûye. Rêjeya mijara gotinê di zivistana 2025’an de ji sedî 65 hat tomarkirin. Bi vî awayî zêdebûna salane ya bihayê hilberîneran tenê di çaryekekê de 33,8 puan zêde bû.

Endeksa bihayê hilberîneran di demsala biharê de ji sedî 614,1 hat hesabkirin. Endeks li gor demsala zivistana 2025’an ji sedî 28,3 zêde bûye.

Enflasyona berhemên demsalî ji sedî 28,3 ye

Enflasyona demsalî ya bihayê hilberîneran di bihara îsal da giha ji sedî 28,3’an. Ev rêje di çaryeka berê de ji sedî 24,8 hatibû tomarkirin. Li gorî vê, bihayên ku hilberînerên Îranê ji kelûpel û xizmetên hilberîna navxwe bi dest xistin, li gorî çaryeka borî ji sedî 28,3 zêde bûye. Di nav beşên sereke yên aboriyê de enflasyona demsalî ya herî zêde di qada hilberîn, veguheztin û belavkirina kehrebeyê de hat dîtin. Bihayê vê qadê ji sedî 65,7 bû. Rêjeya herî kêm jî di qada xizmetê de ji sedî 16,9 hatiye tomarkirin.

Zêdebûna salane ya çandiniyê ji sedî 144,3 ye

Rêjeya herî zêde ya zêdebûna bihayê berheman li ser bingeha salane di qada çandiniyê de hate dîtin. Di çandiniyê de bihayê berheman li gor par, ji sedî 144,3 zêde bûye.Di qada xizmetê de enflasyona hilberîneran a salane ji sedî 58 bû.

Enflasyona hilberîneran a salane ji sedî 66,7 e

Enflasyona hilberîneran a salane ya ku li gorî navîna çar çaryek tê hesabkirin, di demsala biharê de ji sedî 66,7 bû. Ev rêje di dema berê de ji sedî 51,2 bû. Bi vî awayî enflasyona hilberîneran a salane 15,5 puan zêde bû.

Bi salane enflasyona herî zêde di qada çandiniyê de ye û bûye ji sedî 86,9. Di qada xizmetê de jî bû ji sedî 49,3. Zêdebûna hevdem a zêdebûna demsalî, salane û di asta salane ya nirxa berheman, nîşan dide ku maliyeta berhemê di beşên cuda yên aboriya Îranê de bi rêjeyek bilind zêde dibe.

Ger ev rewş bidome, tê payîn ku maliyeta zêde li seranserê zincîra hilberînê di bihayên xerîdar de bên teyîsîn.