Li Îranê di pirtûkên dibistanan de wêneyên jinan tê jêbirin
Li Îranê di îlanên mirinê de jî navê jinan bi awayê “merhume” derbas dibe, wêneyê wan jî ji pirtûkên dibistanan tên jêbirin.
Navenda Nûçeyan – Di hefteyên derbasbûyî de derket holê li Komara Îslamiya Îranê navê jinên jiyana xwe ji dest didin di îlanên rojname û weşanan de bi navê “merhume” derbas dibe. Gava piştî wê jî wêneyê wan ji pirtûkên waneyan ên dibistanan tên jêbirin.
Komisyona Perwerdê ya Parlamentoyê ev yek erê kir!
Piştî ku di mediyaya civakî de bertekên li hemberî di pirtûkên dibistanên Îranê de rakirina wêneyê jinan û li cihê wê danîna wêneyê mêran zêdebûn Komisyona Perwerdê ya Parlamentoyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew neçarin vê yekê bikin û got: “Divê wêneyên jinan di pirtûkan de cîh negirin.”