Li Îranê di nava mehekê de 6 jin û 4 zarok hatin qetilkirin

Li Îranê di meha Nîsanê de 6 jin û 4 zarok hatin qetilkirin, mirina 2 jinan jî wekî xwekuştinê hat qeydkirin. Di êrîşên bi gazê yên li dijî dibistanan de jî jinek bi jehrîbûnê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li gelek bajarên Îranê her roj jin tên qetilkirin û mirina gelek jinan a bi guman wekî ‘xwekuştin’ dikevin qeydan.

Tenê di meha Nîsanê de bûyerên şîdeta li dijî jinan ên êşkere bûne wiha ne:

Jina ku bi navê Sarshîn Pîr tê naskirin, 20 roj piştî windabûna xwe cenazeyê wê ji Bendava Azad a bajarê Sennayê hat derxistin, Sarshîn dayika 2 zarokan bû, kujer li xwe mikur hat lê hinceta cînayetê nehat eşkerekirin.

-4’ê Nîsanê cenazeyê jineke 60 salî ya bi navê Sedîqeh Sadeqhî ku bi guleyan hat qetilkirin, li yek ji taxên Abade ya bajarê Şîrazê hat dîtin.

- Di 4’ê Nîsanê de li navçeya Pakdeşt a Tahranê jinek 37 salî ya nasname ya wê nediyar, ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

-Di 5’ê Nîsanê de derûnînasek nasnameya wê nediyar û xwedî tecrubeya 22 salan, ji ber zextên kar li Nexweşxaneya Sabalan a Erdebikê întihar kir.

-Di 9’ê Nîsanê de, keçeke Afganî ya 12 salî li Tahranê ji ber nakokiyeke malbatî (lihevnekirina bi jinbava re) xwe bi darve kir.

-Di 10’ê Nîsanê de jinek 37 salî û 2 xortên 17 û 9 salî li Kerîme bi guleyan hatin qetilkirin.

-Di 14’ê Nîsanê de, Meryem Silêmanî ya 28 salî ku ji gundê Gêzel Ax a ser bi navçeya Aland a Xoyê û dayika sê zarokan e, bi sedema têkiliyeke derveyî zewacê ji aliyê bav û birayên xwe ve hat qetilkirin.

- Di 15’ê Nîsanê de Donya ya 55 salî li bajarê Abad ê Şîrazê ji aliyê kesek an jî kesên nasnameya wan nediyar ve bi awayekî hovane hat qetilkirin û cenazeyê wê yê perçekirî li cihekî bajêr hat dîtin.

-Roja 17ê Nîsanê, Mohanna Rahîmimehr Sakker ji ber êrîşên kîmyewî yên rejîma Îslamî ya Îranê ya li ser dibistanan bi jehrê ket û jiyana xwe ji dest da.

-Ciwanek 17 salî bi navê Anita R û gelê Mahmudabada Mazenderanê ji aliyê mêrekî 27 salî ve hat qetilkirin.