Li Îranê di nav 5 mehan de 4 jin hatine darvekirin

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê ragihand di nava pênc mehên borî de li Îranê 237 kes hatine darvekirin, di nava wan de 4 jin hene.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirov a Îranê daneyên 5 mehên borî yên darvekirinên li Îranê belav kir.

Li gor daneyên rêxistinê, di nava pênc mehên bûrî de rejîma Îranê 237 kes darve kiriye. Tenê di meha Gulanê de 64 kes hatine darvekirin. Di nava 64 kesên di meha Gulanê de hatine darvekirin, 6 welatiyên Beluçî, 4 Kurd, 3 Efganî û 4 jin hene.