Li Îranê dema Gohar Esghi diçu ser goristanê rastî êrîşê hat

Gohar Esghi dema xwest mezarê kurê xwe Sattar Beheshti ziyaret bike rastî êrîşê hat. Gohar Esghi ya lêgerîna xwe ya edaletê dewam dike destnîşan kir ku ewlehiya canê wê nîne.

Navenda Nûçeyan – Gohar Esghi ya ku 9’ê Kanûnê li Îranê kurê wê Sattar Beheshti hatî qetilkirin dema xwest serdana mezarê kurê xwe bike ji aliyê hinek kesên ser motosikletê ber bi wê hev hatin rastî êrîşê hat. Gohar Esghi ya ku têkoşîna dîtina qatîlên kurê wê xwe  û darezandina wan dide gelek caran ji aliyê polîsên Îranê ve hatiye girtin. 
“Ewlehiya canê wê nîne”
Gohar Esghi herî dawî dema li gel buk û keça xwe hatî girtin bi kuştinê hatin tehdîdkirin. Gohar Esghi destnîşan kir ku ewlehiya canê wan nîne û da zanîn ku dema tiştek bi serê wan bê rejîma Îranê berpirse.