Li Îranê cezayên darvekirinê li ber avahiya darazê hat şermezarkirin

Malbatên kesên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê cezayên darvekirinê lê hatine birîn, li ber avahiya darazê ya li Tehranê çalakî li darxistin.

 Navenda Nûçeyan- Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê  bi pêşengtiya jinan bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin destpêkirî rûxmê hemû îşkence, girtin û darvekirinê berdewam dike.  Malbatên girtiyên ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hatin birîn, çalakiya xwe ya li ber deriye girtîgehê veguhestin pêşiya avahiya daraza navendî ya li Bulwara Kashwarzî ya li paytext Tehranê.

Malbat dixwazin cezayê darvekirinê were rakirin û înfaza wan bê sekinandin. Gelek kes jî piştgiriyê didin çalakiya malbatan. Di çalakiya li pêşiya avahiya darazê de dovîza “Îdaman bidin sekinandin” hatin hilgirtin.