Li Îranê cezayê nû li 5 girtiyên jin hat birîn

Dewleta Îranê cezayê nû li 5 girtiyên jin ên ku di nav de Pexşan Ezizi, Warişe Muradî û Nêrgiz Muhammed jî hene birî.

Navenda Nûçeyan- ‘Kampanyaya azadî ji bo Pexşan Ezîzî’ li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da û der barê girtiyên jin ên di Girtîgehê Evînê de tên girtin agahî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 2’emîn Dadgeha Keyfer, a Tehranê cezayên nû li 5 girtîyên jin ên li Girtîgeha Evînê biriye. Hate gotin ku Pexşan Ezîzî, Warîşe Muradî,Mahbube Razayî û Nêrgiz Muhammedi bî îdiaya “Bi biryaran re tevnegeriyane” her yek ji wan 6 meh cezayê girtîgehê li wan hatiye birin.

Her wiha hat ragihandin ku Perîweş Muslim jî bi sûcdarîya “ Xerakirina ewlehiya girtîgehê” 3 meh û 1 roj cezayê girtîgehê lê hatiye birin.