Li Îranê cezayê hicaba mecbûrî
Hikûmeta Îranê 17 kargehên razan û geştiyariyê bi hinceta ku rêgeza hîcabê ya mecbûrî pêk nayê girtin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/03/20230319-20230319-20230318-photo-2023-03-18-18-59-55-jpg6dce78-image-jpga7332d-image-jpgee9e7e-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Aloziyên ku ji 16’ê Îlona 2022’an dest pê kiribûn heta niha jî berdewam in, Wezareta Mîrateya Çandî û Tûrîzmê ya Îranê ragihand ku 17 kompaniyên razan û geştiyariyê bi hinceta ku hîcaba mecbûrî pêk neanîye hatin girtin.
Alîkarê Midûrê Tûrîzmê yê Wezareta Mîrateyên Çandî û Tûrîzmê Elî Esger Şelbafiyan diyar kir ku der barê 258 şirketên geştiyariyê yên Îranê da ji 41 cihên cuda gilî hatiye kirin. Otêla Ameriha ya li Kaşan, Natanz, Ecokampa Metinabad a li Îsfehanê, Xurmatûya Çah Arous a li Ebû Zîdabad Kaşanê, Kerwansara Dêr Gaçîn a li Kumê û Parka Xwezayê ya li Yezdê jî di nav karsaziyên ku hatine mohrkirin de ne.
Jin bi rakirina hicaba mecbûrî çalakiyên xwe yên bêîteatiya sivîl didomînin.