Li Îranê çêkirina dibistanan bûye qadek ya gendeliyan
Li bajarê Rabat ya Îranê ku dibistana Bibi Delshada beriya 7 salan hatî çêkirin wêran bûye û ji ber wê yekê hatiye girtin. Li bajarê Rebet çend dibîstaên din yên di heman rewşê de hene û li Îranê çêkirina dibîstanan jî bûye qada gendeliyê.

NESÎM SALIHÎ
Serdeşt- Mamosta û xwendevan ji ber bê kalite û wêraniya dibîstanên Îranê rastî gelek zehmetiyan tên. Ji ber nebûna avahiyên perwerdê, wezareta perwerdê û mirovên xêrxaz çêkrina avahiyên dibistanan dimine nav destê xêrxazan de û bi taybet di va salên dawî de ji bo xêrxazên ku dibistanan çêdikin ji ber erêkirina yasaya dayina bacê van pirsgirêkan hîn zêdetir kur kiriye, ew mirovên ku ji ber dayina bacê direvin dibistanê bê kaliye çêdikin û mamosta û xwendevan gelek zehmetiyan dikêşin.
Dibistan di 7 salan de wêran bû
Dibîstana seretayî ya Bibi Delshad li bajarê Rebet, ji aliyê Fard Khair ve di sala 2013’an de hatiye avakirin. li se rçêkirina wê re 7 sal derbaz bû lê belê dibîstan wêran bû, neçar ma ku ji aliyê rêveber û mamaostayn ve ev dibîstan were girtin. Ji ber vê yekê xwendevanên vê dibîstanê neqlî dibîstanek din hatin kirin. Dibîstan heta ku ji aliyê pispor ve neyê lêkolînkirin ka seqleme yan ne wê qepat be. Dibistan ji aliyê rêveberê giştî ve wek ‘Xirabirî û nayê bi karanîn’ hate pejirandin û biryar hat dayîn ku xwendevan biçin dibîstanên amadeyî yên Ibni Sina û Khajeh Nasir.
‘Şertên dibîstanê ne li gora xwendevanan e’
Hana ya mamostaya dibîstana seretayî ya Bibi Delshad e ku niha neqlî dibistanek amadeyî ya bajarê Rebatê bûye derbarê rewşa dibîstanan de wiha got: “Xwendevan bi awayê danê siharan û nivro perwerde dibînin. Di vê amadeyî yê de sandelye û merdîwan ne li gora xwendevanên ciwan yên keçin, gelek zehmete ku ev xwendevan biçin vê dibîstanê, em nizanin emê çiqas din bimînin benda dibîstanek din.”
‘Piraniya dibîstanan hatin xirakirin’
Perwerdekar Fatemeh da zanîn ku dibîstanên li bajarê Rebet wêrnbûne û ne li gora standartanin û di derbarê dibîstanan de wiha got: “Li bajarê Rebatê gelek dibîstan hene û gelek ji van ev çed sale hatine inşa kirin. gelek diîstan hatine xirakirin ji wan re nujenkirin pêwiste. Lê belê perwerde û avahiyên perwerdeyê ji bo ji nuve werin nujenkirin tu kar û bar nayên kirin.”
‘Ji bo nedana bacê dibîstanên bê kalite çêdikin’
Fatemeh di derbarê dibîstana Bibi Delshad nirxandin kir û wiha got: “Di van salên bûrî de bi taybet ji ber yasaya dayîna bacê, xêrxazên ku dibîstanan çêdikin ji bo nedana bacê bi kaliteyek xiran biditanan înşa dikin û li pey feydeyê dikevin. Dibîstana Bibi Delshad ji aliyê Fars Khair beriya 7 salan hatiye çêkirin, lê belê Khir ji bo nedan bacê tu hurguliyên berbi çav nîne û di inşaya vê dibîstanê û sîstema endezyariyê de gelek kêmanî heye. Beriya 2 salan diwarê baxçeyê dibistanê xira bû, niha ev pirsgirêk cardin ket rojev, xwest were xirakirin û êdî nayê bikaranîn.”