Li Îranê çarenûsa 9 xwendekaran nediyar e
Ji destpêka şer ve, li Îranê 19 xwendekar hatine girtin û rewşa wan hê jî ne diyar e. Di heman demê de, ji ber sînorkirinên ragihandinê û qutbûna înternetê, agahiyên rast li ser hejmara xwendekarên din ên ku beriya şer hatine girtin jî tuneye.
Navenda Nûçeyan – Li gorî Kanala Xwendekarên Yekbûyî, ji destpêka şerê dawî ve, navên 19 xwendekaran di lîsteya girtiyên medyayê de cih girtine. Lê belê, di nav van kesan de, hîn jî tu raporek li ser berdana 9 xwendekaran nehatiye weşandin û çarenûsa wan hê jî di nav nezelaliyê de ye.
Ev rewş di demekê de pêk tê ku qutbûnên ragihandinê yên berbelav û sînorkirinên înternetê rastkirin û şopandina rewşa girtiyan bi awayekî serbixwe dijwar kiriye. Ji bilî girtinên nû, hejmarek xwendekarên ku beriya şer hatine girtin jî, di girtîgehê de ne. Ji ber astengiyên ragihandinê, lîsteyek tevahî ya van kesan tuneye, lê rapor nîşan didin ku çend xwendekarên ji zanîngehên cûrbecûr ên li seranserê welat, hê jî girtî ne.
Di nav van kesan de xwendekarek ku li Zanîngeha Teknolojiyê ya Şerîf di felsefeya zanistê de master dike, heye. Ev xwendekar ji 25’ê Sibata 2025’an û vir ve di girtîgehê de ye. Her wiha xwendekarekî sêwirana pîşesaziyê ku di sala 2022’an de li Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Îranê qeydkirî ye, ji 3’yê Çileyê û vir ve di girtîgehê de ye.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, navên hejmarek xwendekarên ku ji destpêka şer ve hatine girtin û heta niha tu raporek li ser berdana wan an jî rewşa wan, nehatiye weşandin.
Ji ber şert û mercên ewlehiyê û sînorkirinên ragihandinê, îstatîstîkên rast ên li ser hejmara xwendekarên girtî û rewşa wan a qanûnî, nezelal in. Saziyên serbixwe jî di gelek rewşan de xwedî gihîştina rasterast a ji bo piştrastkirin an redkirina vê agahiyê, nînin. Di encamê de, rewşa beşek girîng ji van xwendekaran nezelal dimîne û şopandina çarenûsa wan, bi weşandina raporên belavbûyî û ne fermî ve girêdayî ye.