Li Îranê binçavkirin û girtina çalakgeran didome

Zahra û Hoda Tahîdî ên xuşkên hev in û 87 roj in li Îranê di girtîgehê de ne, bi kefaletê hatin berdan, çalakvana siyasî Raha Ajudanî jî di serdegirtina mala wê de hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Binçavkirin û girtina çalakvanan ên piştî serhildanan destpê kir, berdewam dike. Di 17ê Kanûnê de, çalakvana mafên mirovan Raha Ajudanî ya li dijî ferzkirina hîcabê xebatê dikir ji aliyê hêzên Îstixbarata Pasdarên Şoreşa Îranê ve, piştî serdegirtina mala wê ya li Shahrari, hat girtin. Hate hînbûn ku di serdegirtina mala wê de telefona destan û laptopa Raha Ajudanî hatiye desteserkirin.

Herdu xuşk û çalakvanan Zahra û Hoda Tahidi jî piştî serhildanên ku di 16’ê Îlonê de destpê kir hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku Zahra û Hoda Tahidi yên 87 rojan girtî man duh bi kefaletê hatin berdan û dê bi awayekê ne girtî dê darizandina wan bidome.