Li Îranê bi pileya 5,3 erdhej pêk hat
Li Îranê bi pileya 5,3 erdhejêk ku navenda wê Holê pêk hat.

Navenda Nûçeyan- Serokatiya Rêveberiya Rewşa Karaset û Lezgîn a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku erdhejek bi pileya 5,3 navenda wê li bajarê Holê yê herêma Azerbaycanê ya Îranê pêkhat. Erdheja ku di saet 14:47’an de 15,25 kîlometre di bin erdê de pêk hat, li Wanê jî hat hîskirin.