'Li Îranê bi paşguhkirina qanûnan hewl didin li ser gel otorîteyê pêk bînin’

Parêzer Marzieh Mohebî, bal kişand ku hikûmeta Îranê ji bo li ser gel otorîteya xwe pêk bîne, kê dixwaze ceza dike û qanûnan binpê dike û wiha got: "Ji bilî dadgehan tu mercî nikare biryara cezakirinê bide."

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan – Armîta Ground a 16 salî ku di serê meha Cotmehê de li Îranê di metroya Tahranê de ji aliyê 'polîsên exlaq' ve hatibû derbkirin, piştî têkoşîna jiyanê ya bi rojan a li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bertekên li dijî qetilkirina Armîta Ground berdewam dikin, zextên li ser hunermend, rojnameger û parêzeran jî zêde bûn. Rojnamegerên ku bûyera mirina Armîta Ground kirin nûçe ji bo îfadedayînê gazî wan kirin û gelek ji wan hatin girtin, roja merasîma cenaze jî der barê hunermendên jin de biryar astengkirina xebatê hat dayîn.

'Ji bilî dadgehê tu mercî nikare biryara cezakirinê bide'

Parêzer Marzieh Mohebî der barê pêkanînên sûc ên "neqanûnî" yên li dijî hunermend û rojnamevanan de axivî. Marzieh Mohebî bal kişand ku astengkirina pîşeyê rêbazeke cezakirinê ye û wiha got: “Lê belê vê biryar tenê dadger dikare bide. Kesê rayeya darizandinê dikare biryareke wiha bide. Ji bilî dadgehê tu mercî nikare ceza bide. Rayedarên wek Îdareya Rayberî mafên wan tune ye ku beyî dadgeh bibin, tiştekî wiha bikin. Tu bingehek qanûnî û bandora qanûnî ya biryarên bi vî awayî nîn e.

'Hunermend û aktîvîst dikarin xebatên xwe berdewam bikin’

Marzieh Mohebî, destnîşan kir ku lewma hunermend an jî çalakvanên ku bi vê rewşê re rû bi rû dimînin dikarin karê xwe berdewam bikin û got: “Ji ber ku tu bandorek hiqûqî ya biryara Wezîrê Rêberî nebe.” Marzieh Mohebî, mînak da ku dadger dikare çawa biryara astengkirina kar bigre û wiha axivî: “Mînak, di hikma bikarneanîna hicabê ya xala 638’an a Qanûna Ceza de ji bo kesên li qadên vekirî hicabê bi kar naynin ji 10 roj heta 2 mehan cezayê girtîgehê û cezayê pereyan tê pêşbinîkirin. Ji ber ku li gorî zagonên Îranê, cezayê girtîgehê ya herî kêm 3 mehan nayê pêkanîn, divê ji bo cezayek din were veguherandin. Cezayek ji vê yekê re alternatîf tê diyarkirin. Yek ji van cezayên alternatîf jî astengkirina karkirina di pîşeyek de ye. Dema ku ji mehkûmek re berdana bi şert, taloqkirina ceza yan jî daxistina ceza tê dayîn her wiha dikare ji pîşeyek diyar jî were astengkirin. Lê armanca astengbûna îstihdamê ya di pîşeyekî diyar de, astengkirina berdewamiya tevgerên reftarên sûc e.”

'Kiryarên Wezîrê Rayberî li dijî hiqûqê ye’

Marzieh Mohebî, bal kişand ku karên Wezîrê Rayberî bi temamî li dijî hiqûqê ye û wiha got: “Kesên ku bi fermana Wezîrê Rayberî astengkirina kar hatiye anîn, dikarin li dijî vê biryarê serî li Dîwana Îdarî ya Edaletê bidin. Ez hêvî dikim ku Dîwana Îdarî ya Edaletê jî ne li gorî fermana hêzên ewlehiyê, li gorî hiqûqê tevbigere. Gelek biryarên Dadgehên Bilind ku cezayên darvekirinê yên ji aliyê dadgehên Şoreşê ve li jinan hatine dayîn, xira dikin hene. Parêzerên dozê bi qebûlkirina ji nû darizandinê, binpêkirin pêkanîn e.”

'Hê jî dadgerên bi rûmet hene'

Marzieh Mohebî bal kişand ku hê dadgerên birûmet hene û wiha got: “Pêwîst e mirov jî bi dosya û daxwazên xwe ji bo bihêzkirina cihê wan dadgeran, bixebitin. Divê van dadgeran bişopînin, erkdar bikin û bi awayekî fiîlî raye bidin wan.” Marzieh Mohebî da zanîn rejîma dîktatorî ku rejîmek seltenatiyê ye, hewl dide li ser gel otorîyetek pêk bîne û hikman dide û wiha axivî:

“Ev rejîm otorîteyek dinî ku qanûnan li gorî feraseta xwe diguherîne ye. Di hikûmetê de rewşeke bi vî rengî, di bingeh de li dijî her cureyê hişmendiya gel e. Rojnamevanên ku qetilkirina Jîna Emînî û Armîta Ground kirin nûçe, hatin binçavkirin û girtin. Rejîm ji bo astengkirina belavbûna sûcên xwe li cîhanê, di aliyekî de fûryaya girtinê dide destpêkirin, di aliyekî de jî înternetê sînordar kir. Zext li ser gel, çêkirin nûçeyan sînordar kir û nûçeyan asteng kir. Ev hemû zilmek e. Mirov ji agahî û enformasyonê bêpar tên hiştin, rojnamevan jî bi girtîgeh, îşkence û sûcên nerast re di rewşeke zehmet de tên hiştin.”

‘Çîrokan çêdikin û mirovan li gorî çîrokên xwe dadirazînin’

Marzieh Mohebî îşaret bi wê yekê kir ku rojnamegerên ku hatine girtin tu sûc nekirine tenê karê xwe kirine û wiha got: “Tevî ku bi tu welatan re ne di nava şer de ye, sûcdarkirina bi sîxortî û sûcên bi hikumetên dijmin re di nava têkiliyan de tê sûcdarkirin. Sûcên ku saziyên bi hikumeta Amerîkayê re eleqeder in, ji ber paronaya siyasî ya komara îslamê hatiye erêkirin, ji bo xwe formulek derxistiye, mirovan dixin nava van formulan. Ji derveyî vê tu riyeke din a tepesandinê nîn e. Çîrokan derdixin û mirovan li gorî çîrokên xwe dadirizînin. Li gorî zagonên heyî van nûçegihanan tu sûc nekirine tenê erkên xwe pêk anîne. Jîna Emînî û Armîta Ground ku ji aliyê erkdarên dewriyeya Îrşad ve hatin derbkirin û li nexweşxaneya ku lê diman jiyana xwe ji dest dan çima zanyarîdayîna vê bibe sûc! Sûcek wisa li tu cihên zagon lê hene nehatiye nivîsîn.”

‘Ragihandina cînayetê di ku dera zagonê de sûc e?’

Marzieh Mohebî amaje bi wê yekê kir ku Komara Îslamî ya Îranê kê dixwaze ceza dike û got: “Destpêkê divê dozgerê dadgehê tesbît bike sûc kiriye yan na, piştre kiryar di zagonê de weke sûc bi nav bike û ceza were dayîn. Hem di hiqûqa navneteweyî de hem jî di rêk û pêkiya dadgeha ceza ya nevneteweyî de ev rêgeza ku tê nasîn, di destûra bingehîn de di şertên mafên hemwelatiyan de û di rêgeza hiqûqa giştî ya ku welatê me rê ve dibe de cih digre. Rêgezên zagona cezakirinê, ger hûn bixwazin kesekê ceza bikin, dibêje di zagona fiilî de sûcê ku kirî divê nivîskî be. Ragihandina cinayetê di ku dera zagonê de nivisiye sûc e?” Marzieh Mohebi diyar kir ku hikumeta Îranê zagonan binpê dike û wiha domand:

“Komara Îslamê sala borî hemû zagon paşçav xistin. Dema ku rastî metirsiyekê tên ne zagon ne jî girêdayî tiştek din dimîne. Erkdarên ewlehiyê erk didin erkdarên dadgehê, lêpirsîn dikin, hukum tên nivîsandin, dadger dixin bin kontrolê, îtiraz tên redkirin. Hemû ev erk ketine destên ewlehiyê. Hûn fam dikin ku dadgeha ceza tu hukman ji yek salê zêdetir pêk nayne.”

‘Parêzeran ji bo parastina edaletê soz dane’

Merzieh Mohebî bal kişand ku parêzer dema ku rûxsatê digrin soz didin ku wê rastiyê û edaletê bi parêzin û got: “Eve bingehê karê wane, ger vê pêkneynin weke ku xiyanet kirine. Destur nadin ku parêzer erka xwe bicih bînin. Sala bûrî destur nehat dayîn ku parêzer bejdarî dozên siyasî bibin. Destur nedan ku kiryarên tevgera Jîna parêzerên serbixwe bi parêzin, di dadgehan de destur nedan ku li gel wan bin. Erk dan parêzerên ewehiyê. Ev parêzer ji bo alîkariya miwekîlên xwe bikin sixurtî kirin û weke ku di destên wan de dozeke cezayê giran hebe qeyd kirin.”

‘Ruxsata parêzeriyê tenê di dadgeha disiplîna parêzeriyê tê îptal kirin’

Marzieh Mohebî da zanîn ku pêşûme qanûna derbarê serxwebûna parêzeran de iptalkirina rûxsata parêzertiyê  erkek yê taybet ê komeleya parêzerane û got: “Tenê dadgeha disiplîna parêzeran xwedî mafê îptalkirina rûxsata parêzeriyê ye. Mînak dozager û hêzên ewlehiyê li gora zagonan belgeyên tên qebûlkirin ji bo bi navendan kar û bar bike dikare nivîs binivîsîne lê belê nikare bi xwe ruxsatê îptal bike. Biryardana îptalkirina lîsansa qedexekirina lîstikvanan, tenê ne li dijî hiqûqê ye, di heman demê de binpêkirin e û ceza jê re pêwîst dike.” Marzieh Mohebî destnîşan kir ku di demek nêz de di pêvajoya ji derveyî hiqûqê derket holê de rêk û pêk hatiye kirin û wiha bi dawî kir:

“Parêzer kiryar ji aliyê dadger ve li dijî hiqûqê destûr nade ceza bigre. Serlêdana hiqûqê bi edalet û heqaniyetê diparêze. Naxwazin di dozgeriyê de ev deng werin bihîstin. Ên ku dadgehan bi rêve dibin, ên ku sîstema darazê birêve dibin, wê atmosfera tarî ku bi gotinên parêzeran deng vedide naxwazin xira bikin. Derxistina astengiyan li hemberî parêzeran, ji sûcên parastinê, ji sûcên ku erka xwe dikin digrin û dixin girtîgehan rê li ber pirsgirêkên cidî vedike.”