Li Îranê berxwedana jinan a li hember hîcaba mecbûrî didome

Kolanên Tehranê û bajarên din ên mezin rastiyek civakî ya nû eşkere dikin ku teslîm nabe û piştrast dikin ku îradeya jinan ji amûrên cezakirinê yên ku parlementoya muhafezekar hewl dide ji nû ve hilberîne, xurttir e.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê nîqaşa li ser qanûna hîzara mecbûrî ku ji sala 1979’an vir ve di meriyetê de ye, berdewam dike. Zêdetirî nîvê endamên parlementoyê rexne li dadweriyê kirine ku tê îdiakirin ku di sepandina wê de "nerm" e. Lê belê li pişt van tohmetan, eşkere ye ku ev mijar êdî ne tenê nîqaşek qanûnî ye, her wiha şerekî rojane ye ku jin ji bo parastina mafê xwe yê hilbijartinê û azadiya kesane didin.

Ji xwepêşandanên 2022’yan vir ve piştî mirina Jina Amînî ya ciwan ku ji ber "Hîzara nelihevhatî" dema ku di binçav de bû hat qetilkirin, mijara Hîzarê bûye sembola berxwedana jinan a li dijî zordariya ku li ser beden û jiyana wan tê ferzkirin. Daxwaza 155 endamên parlementoyê ya di 2’yê Kanûnê de ji serokê dadweriyê kirin da ku cezayan zêde bike, israra saziya siyasî ya li ser înkarkirina rastiyek civakî ya nû nîşan dide. Hejmareke zêde ya jinan red dikin ku xwe radestî qanûnek ku azadiyên wan ên bingehîn sînordar dike bikin. Di heman demê de parlementoya muhafezekar hewl dide ku amûrên tepeserkirinê bi tundkirina cezayan ji nû ve hilberîne. Ev yek cudabûna kûr a di navbera rayedaran û gel de eşkere dike.

Tedbîrên cezakirinê yên vê dawiy yên wekî girtina kafe û xwaringehan a bi hinceta nebicîhanîna hîzarê an pêşkêşkirina vexwarinên qedexekirî, eşkere dike ku rayedar amûrên aborî û civakî bikar tînin da ku zextê li civakê bikin. Lê ew di rawestandina pêla guhertinê ya ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin de têk diçin. Pirsgirêk êdî ne tenê li ser "parastina hîzarê" ye, her wiha di navbera desthilatdariyek ku dixwaze bedenên jinan kontrol bike û jinên ku mafê wan ê azadî û rûmetê dixwazin de têkoşînek aşkera ye. Israra parlementoyê ya li ser zêdekirina cezayan, tirsa windakirina kontrolê nîşan dide. Di heman demê de kolanên Tehranê û bajarên din ên mezin, bi zelalî nîşan didin ku jinan rêya azadiyê bijartine û dê paşve gav navêjin.