Li Îranê bahoza tozê: 764 kes rakirin nexweşxaneyê

Li 5 bajarên eyaleta Sîstan Belûçistana Îranê ji ber bahoza tozê di nava 4 rojan de 764 kes rakirin nexweşxaneyan.

Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Sîstan-Belûçistan a Îranê hejmara kesên ku ji ber bahoza tozê rakirin nexweşxaneyan zêde bû. Rêveberê giştî yê rêveberiya qeyrana parêzgeha Sîstan-Belûçistanê Mecîd Mohîbî diyar kir ku di çar rojên dawî de ji ber bahoza tozê li bajarên Zabul, Zehek, Hamûn, Hirmend û Nimrûz ên parêzgehê 764 kes bo nexweşxane û navendên tenduristiyê hatine veguhestin. Mecîd Mohîbbî, da zanîn ku 649 kesên ku rakirine nexweşxaneyan jî derketine û dermankirina 115 kesan jî didome.

Leza bayê di saetê de 100 kîlometre hat texmînkirin

Mecîd Mohîbbî îro Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku 330 kes ji ber tozê rakirin nexweşxaneyan û ji wan 57 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin. Serokê Navenda Pêşbînîkirin û Hişyarî ya Meteorolojiyê ya Sîstan Belûçistanê Elî Mollaşahî di daxuyaniya xwe ya heman rojê da diyar kiribû ku pêşbînî dikin ku bahoza tozê li herêmên bakurê parêzgehê heta roja duşemê dewam bike û leza bayê jî di saetê de bigihêje 100 kîlometre. Alî Mollaşahî hişyarî dabû ku kesên bi nexweşiyên dil û bêhnê ji ber toza zêde ya li hewayê dernekevin derve.