Li Îranê aktîvîstên daxwazên wan yên efûyê nîn e hatin berdan

Hikûmeta Îranê berdana girtiyên siyasî ya li girtîgehan berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Zhîla Makundî, Nahîd Fatah Alian û Mahshîd Zahîd Pasand jî ji girtîgehê hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Aktîvîsta sivîl Zhîla Makundî û mamosteya malnîş û aktîvîsta sendîkaya mamostayan Nahîd Fateh Alian kuli girtîgeha Evînê girtî ne, bêyî ku ji wan re agahî bê dayîn tavilê ji girtîgehê hatin berdan.

Mahshîd Zahîd Pasand a 19 salî ku di pêvajoyên dawî de xwepêşandanên li seranserê welat de hat girtin jî ji Girtîgeha Qarçakê ya Varamînê hat berdan. Darizandina Mahshîd Zahid Pasand tenê du deqeyan domkir û ji wê re 2 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.

Girtiya siyasî Zhîla Makundî jî piştî hat berdan, vîdyoyek weşand û wiha got, “Herçiqas azadî pir şîrin be jî, ji bo min ne şîrîn e. Ji ber ku hêj gelek hevalên min di girtîgehê de ne.” Zhîla Makundî dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" berz kir û banga berdana hemû hevalên xwe yên li girtîgehê kir. Zhîla Makundî di Mijdara 2018’an de, bi komeke din ya aktîvîstên sivîl re dema ku li Parka Laleş a Tahranê komdibûn, ji aliyê polîsên sivîl ve hat girtin.

Nahîd Fetah Aliian ya ku di dawiya Nîsana 2019’an de ji aliyê hêzên Wezareta Ragihandinê ve hatibû girtin jî duh hat berdan. Mamosteya malnîş û aktîvîsta sendîkaya mamostayan Nahîd Fetah Alian bi hinceta tevlîbûna xwepêşandanan û bi sûcdariyê li dijî kombûn û lihevkirinên veşartî fealiyeta propanganda kirin û tehrîpkirina milkên dewletê hat darizandin.