Li Îranê aktîvîst Sakîna Barwana cara duyemîn hat girtin
Aktîvîsta Îranî ya bi navê Sakîna Barwana ku ji bajarê Quchan ê Îranê ye û beriya niha 4 sal di girtîgehê de mabû careke din hat girtin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/04/20230406-20230406-20230406-20230405-photo-2023-03-13-20-56-28-jpg3b3104-image-jpgb4e713-image-jpg98ba46-image-jpgbddc8e-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Jinên ku pêşengiya serhildanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin, dibin hedefa dewletê dene. Herî dawî aktîvîst Sakîna Barwana ji mala xwe ya li bajarê Quchanê hat binçavkirin û girtin.
Aktîvîst beriya niha bi îdiaya “Bi armanca xirakirina ewlehiya welat, endamtiya komên muxalîf” 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û 2 sal jî têkilîdanîna bi partiyên siyasî re hatibû qedexekirin. Sakîna Barwana ya ku hatibû girtin û piştî 4 salan, di 11'ê Sibatê de hat berdan, di 5'ê Nîsanê de ji nû ve hat girtin. Nayê zanîn ka Sakîne Barwana piştî hatiye girtin birine ku derê.