Li Îranê 9 kesên ji baweriya Behayî hatin girtin

Li Îranê 9 kesên ku bi îdiaya "Bi belavkirina baweriya Behayî xerakirina ewlehiya welêt" hatibûn girtin, birin Girtîgeha Navendî ya Qerecê.

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Qerec ê Îranê, cezayê girtîgehê yê 9 kesên ji baweriya Behayî hat pesendkirin. Li ser erêkirina cezayan 9 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin û birin Girtîgeha Navendî ya Qerecê.

Ji mafê xwe yê tevlîbûna komên siyasî û civakî bêpar mane

Şaxa 12’emîn a dadgeha îstînafê ya parêzgeha Elborzê herî dawî ji Kamyar Hebîbî û Saman Ostowar re 5 sal, ji Ramleh Tirgarnezhad, Elham Şerqî Aranî 3 sal, Nakisa Sadeghî, Mahsa Tirgar Behnmirî, Sedaf Şêxzade, Negîn Rezayî û Şehraz Rezayî 2 sal û 1 meh cezayê girtîgehê da. 9 kesên ku qedexeya derketina derve li wan hat dayîn jî ji mafê endamtiya partî û komên siyasî, çandî, civakî bêpar hatin hiştin.

9 kes bi sûcên "Di nav zarok û ciwanan de bi riya belavkirina ola Bahaî ji bo xirabkirina ewlehiya welat bi beşdarbûn û avabûna komekî li dijî ewlehiya welat tevgerandin”, “Li dijî hiqûqa pîroz a Îslamê propaganda” û Xebatên propaganda û tevgerên li dijî qanûnên pîroz ên Îslamê” hatin girtin

Sala borî gelek kesên ji baweriya Behayî bi tawana sîxuriyê hatibûn girtin.