Li Îranê 8 sal û 6 meh ceza li 2 rojnamegeran hat birîn

Li Îranê rojnameger Seîde Şafîî û Nesîm Sultanbeîgî bi hinceta “propagandaya li dijî rejîmê kirine” 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Doza ku der barê rojnameger Seîde Şafîî û Nesîm Sultanbeyîgî de bi hinceta “propagandaya li dijî rejîmê” kirine li Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat dîtin.

Di danişînê de dadgehê 8 meh cezayê girtîgehê li 2 rojnamegeran bi îdiaya “propagandaya li dijî rejîmê kirine” û 3 sal û 7 meh jî bi îdîaya “Rêxistina têkiliyan û peymanên veşartî” birî. Dadgehê her wiha 2 sal qedexe kir ku rojnameger tevlî komên siyasî û civakî bibin û biçin derve.

Rojnamegerekî din ê di heman dozê de dihat darizandin bi navê Mehrnûş Zareî Hanzakî jî ji hemû sûcan beraet bû.