Li Îranê 6 xwendekar ji ber gazê bi jehrî ketin

Serbijîjkek yê nexweşxaneya İmam Cafer ya bajarê Heştgerd a Nû ya Îranê aşkera kir ku li dibîstanek xwendekarên jin 6 xwendekar bi jehrî ketine.

Navenda Nûçeyan – Serbijîjkek yê nexweşxaneya İmam Cafer ya bajarê Heştgerd a Nû ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku li dibîstanek jinan 6 xwendekar bi gazê jehrî ketine û wiha hate gotin: “Li bajarê Heştgerd a Nû ya Îranê 6 xwendekarên keç yên ku li dibîstan keçan dixwînin ji ber gaza CNG sergêjî, bêhntengî, dil xelandin û êşa mîdê hatin nexweşxanê.”

Hat zanîn ku ev bûyera bi jehrî ketinê ji ber li cihekê vekirî xwarin nayê çêkirin û ji ber bikar anîna gazê pêk hatiye.

Ji ber li Îranê sîstema germahiya dibîstanan ne bi awayek rêk û pêk û ne bi ewle ye, ji ber bê tedbiriya rayedaran, her sal bûyerên şewat, gazê derdikevin û jiyana bi sedan xwendekaran dixe metirsiyê.