Li Îranê 5 zarokên keç li dibistanê jehrî ketin

5 xwendekarên keç ên li Dibistana Keçan a Bahman a bajarê El-Neqda ya girêdayî Urmiyê bi jehrê ketin, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, 7 meh in berdewam dike. Rayedarên hikûmetê bi armanca tepeserkirina xwepêşandanan hemû rê û rêbazan bikar tînin. Li welat bûyerên jehrî ketina ku di demên dawî de li dibistanên ku zarokên keç perwerde dibînin, wek yek ji rêbazên tepeserkirina serhildanê ya dewletê tê îfade kirin. Vê carê jî 5 xwendekarên keç ên ku li dibistana keçan a Behman a bajarê El Neqda ya girêdayî wîlayeta Urmiyê bi jehrê ketibûn, rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahîyên hatine bidestxistin, li dibistanê bêhna lastîka şewitî tê û xwendekarên ku ev bêhnê ferq kirine dil hevketin, serêş û êşa zîk jiyan kirine.

Pisporan diyar kirin ku bûyerên jehrî ketinê yên di mehên dawî de tên jiyîn, bi zanebûn tên kirin, darazê berpirsyariya xwe ya di vê mijarê de bi cih neanîne û kesên sûc pêktînin komên girêdayî dewletê ne. Pisporan diyar kirin ku armanca van koman jî ew e ku astengkirina çûyina zarokên keç e.

Berê lêkolîner Nafîsa Moradî jî ji bo têkildarî bûyerên jehrî ketine, wiha gotibû: "Dixwazin di nava keç û malbatên wan de tirsê belav bikin û perwerdehiyê dîtina wan asteng bikin.”