Li Îranê 4 werzişvan hatin berdan
Li Şîrazê ji 7 werzişvanên ku bi îdiaya "hewldana bombekirinê" hatibûn binçavkirin 4 kes hatin berdan.
Navenda Nûçeyan- 7 werzişvanên ji bajarê Şîrazê yê parêzgeha Fars a Îranê, ji ber tevlî serhildana gel bûn, di Cotmeha 2022’an de bi îdiaya "hewldana bombekirinê" hatin binçavkirin. Ji werzişvanan 4 kes hatin berdan.
Binçavkirina werzişvan hemwext ya bi êrîşa 26’ê Cotmeha 2022’an li ser Mizgefta Şah Çêrax a Şîrazê ku di encamê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn re, balkeş e. DAIŞ’ê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe. Lê belê çapemeniya dewletê bi îdiaya "hewldana bombekirinê" bi zorî îtîrafên werzişvanan weşand.
Senaryo fikaran zêde kir
Serokhakemê Dadwerê Farsê Kazim Mûsewî, wiha got: "Doza 7 werzişvanan ji bo derxistina lîsteyeke nû ya sûcan sewqî dadgehê hat kirin."
“Senaryoya” îtirafên bi zorê yên werzişvanan di çapemeniya dewletê de û der barê wan de dayîna cezayên giran, fikaran zêde kir. Di vîdyoya îtirafkirina bi zorê de, Dana Shaibanî wek kesê "berpirsiyara propaganda û operasyonên ceribandinê", Îshraq Najafabadî wek "Lîderê komê", Mihemed Hayva wek "berpirsê çêkirina teqemeniyê", Amir Arslan Mahdawî wek "endamê koma îslamî” û Mûsewî jî wekî "ê ku operasyonê organîze dike" hatibû dayîn.