Li Îranê 4 jin li navenda binçavkirinê rastî erîşa zayendî hatin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistan piştî qetilkirina Jina Emînî serhildanên ku destpêkirine bê navber didome. Li Navenda Îstîxbarata Şoreşger a Zahîdanê herî kêm 4 jinan rastî erîşa zayendî hatine.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî destpêkir di meha xwe ya 6’emîn de berdevam dike. Serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan didome, di eynê wextê de jin her cûre erîşan re rûbûrû dimînin. Hat zanîn ku herî kêm 4 jinên ku tevlî çalakiyan bûne ji aliyê li navenda Îstîxbarata Şoreşger a Zahîdanê rastî erîşa zayendî hatine.

3 ji wan jinên ku beşdarî çalakiya Îna bixwîn bûn li Kolana Zanîngeha Zahîdanê hatibûn binçavkirin.

‘Pêwîst e alîkariya derûnî bigirin’

Hale Vash der bare erîşa zayendî de bang li rayedarên berpirsiyar kir û got: “Jinên ku ji ber pêkhateya civakî ya Belûcîstanê ne rastî erîşa zayendî tên, ji herêmên din bêhtir derûnîya xerap jiyan dikin. Jinên ku ji aliyê îstîxbarata Zahîdanê erîşa zayendî dîtine ji bo ku neçin întîharê pêwîst e alîkariya derûnî  bibînin.”