Li Îranê 2 kes hat darvekirin

Li Îranê 2 kes bi hinceta ‘Quranê şewitandine û heqaret li pêxemberê Îslamî Muhammed’ kirine hatin darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Li gor ajansa Mizan Onlîne ya girêdayî erka adlî ya Îranê di nûçeya pervekirî de got ku Sadrullah Fazeli Zarei û Yusuf Mehrdad bi hinceta ‘Di nav de Quranê şewitandin, heqareta li pêxember Muhammed û ji ber çen sucên din kirine sibaha dûşemê hatine darvekirin’ li gor nûçeyê yek ji bersûcan li xwe mikur hatiye ku heqaretên xwe li ser medyaya dîjîtal parve kiriye.

‘Li Îranê pir caran bi îşkence li xwe mikur tên’

Rêxistinê mafê mirovan didin diyarkirin ku li Îranê pir caran di bin îşkenceyan de ‘li xwe mikur hatin’ tê girtin. Li Îranê ku dadgeheke adil lê tune ye, gelek girtiyan tenê bi çend deqeyan dadkirinên nîşanî bi îdamê tên cezakirin.

Li gor Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û gelek rêxistinên civakî Îran, ji derveyî Çînê li cîhanê xwediyê hejmara herî zêde ya bidarvekirinê ye.

Di sala 2022’ an de darvekirin ji sedî 75 zêde bûye

Rêxistina Mafên Mirovan û Dijî Cezaya Îdamê yên du rêxistinên sivîl û navenda wan li Parîsê ye ragihand ku hejmara kesên ku di sala 2022'an de hatine darvekirin li gorî sala borî ji sedî 75 zêde bûye. Li gorî raporê, di sala 2021’an de li Îranê herî kêm 333 kes, di sala 2022’an de jî herî kêm 582 kes hatine darvekirin.