Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da 10 çalakvanan: Binpêkirin û bêdelîlî tê nîqaş kirin

Li gel biryara cezayê darvekirinê ya li dijî 10 çalakvanan, raporên mafên mirovan balê dikişînin ser binpêkirinên giran ên di pêvajoya darizandinê de. Her wiha di dosyayê de sînorkirinên li ser parêzeran û îdiayên îşkenceyê hene.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine weşandin, Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Îsfahanê ji 16 bersûcên doza "Meydana Şehîdên Îsfahanê" 10 ji wan bi darvekirin û 11 sal cezayê girtîgehê ceza kir. Ji bo 6 çalakvanên din bi tevahî 256 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Ev biryar ji aliyê dadgeha asta yekem ve hatine dayîn û dikarin bên îtîrazkirin.

Newîd Elyasî, Ebulfazl Dadguster, Mehdî Mensûrî, Ehmedreza Seîdî, Mîhrdad Buêrî, Mihemedmehdî Esedî, Armîn Xulamî, Parsa Ceferî, Mehdî Ceferî her yek bi cezayê darvekirinê û 11 sal cezayê girtîgehê hatin cezakirin. Romina Rahimi û Milad Buveri her yek 36 sal, Hemed Mehraliyan 26 sal û her sê çalakvanên din jî her yek 16 sal cezayê girtîgehê wergirtin.

Doz bi xwepêşandanên ku di meha Kanûna pêşîn ya salên 2025-Çile 2026’an de li Qada Şehîdan li Îsfahanê hatine lidarxistin ve girêdayî ye. Di van xwepêşandanan de, endamekî Artêşa Pasdarên Şoreşê û welatiyekî bêmal jiyana xwe ji dest dan. Lêbelê, li gorî raporên hatine weşandin, tu yek ji 16 çalakvanan rasterast û bi taybetî bi kuştina van her du kesan nehat tawanbarkirin. Tawanên li dijî çalakvanan "şerkirina bi çekên sar (têkoşîna çekdarî li dijî dewletê)", "zirardayîna milkê giştî", "civîn û komplo" û "çalakiyên propagandayê li dijî rejîmê" ne.

Raportên mafên mirovan her wiha çend bêserûberiyên di pêvajoya darizandinê de destnîşan kirin. Di nav wan de sînordarkirinên li ser gihîştina parêzeran bo dosyaya dozê û îdiayek hebû ku yek ji bersûcan di dema lêpirsînê de hatiye îşkencekirin. Li gorî heman raporan, di dosyaya dozê de ti delîl nehatine pêşkêş kirin ku îspat bike ku bersûcan rolek rasterast di mirina her du kesan de lîstine.