Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zexta darazê
Li dijî Îran û Rojhilatî yên ku bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” rabûn li ser piyan, zextên rejîma Îranê bi giranbûyinê didome. Hat ragihandin ku di meha dawî de zêdetirî 367 welatiyên Kurd û Belûç hatine girtin, li dijî çalakvanan vekirina doz berdewam dike.
Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li Tahrana paytexta Îranê ji aliyê polîsên ‘exlaqê’ ve li seranserî welêt belav bû di roja 140’emîn de didome. Daraza hikûmeta Îranê ku serhildanan hincet dike jî, zextên xwe li ser beşen muhalîf û xwedî netewên cuda û baweriyan zêde dike. Li gorî çavkaniyên mafên mirovan ên Îranê; tenê di meha dawî de li parêzgehêm Sîstan û Belûçistanê 367 welatiyên Kurd û Belûç hatine girtin. Hat diyarkirin ku 12 ji kesên hatin binçavkirin û nasnameya wan hatiye diyar kirin jin in. Di nava agahiyên de hat diyar kirin dema binçavkirin û girtinên li tevahiya eyaletê hatin kirin de li navenda Zahîdanê 185 welatiyên Belûç hatin girtin.
Çavkaniyên mafên mirovan ên Îranê li gorî daneyên ku di derbarê girtinan de bi dest xistine, fikar e hejmar jin zêdetir in.
Aktîvîst û xwendekar Shva Mouzadeh gazî dadgehê hat kirin
Çalakvana Shva Moûzadeh a paytexta Îranê dijî û xwendekara lîsansa Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Hunerê ya Tahranê ye, ji bo Dadgeha Şoreşê ya Khorramabadê hat gazî kirin. Shva Mouzadeh ku hat diyar kirin der barê wê de bi hinceta “li dijî rejîmê propagandaya” û “Xerabkirina pergal û aramiya kamûyê” doz hat vekirin, tê payîn ku li Şaxa 2’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Khorramabadê îfade bide.
Piştî ku aktîvîst Shva Mouzadeh di merasîma bîranîna Nika Shakaramî ya ku hat qetilkirin de hat binçavkirin û girtin, 800 milyon Tumen re bi awayekî demkî bi kefaletê hatibû berdan. Shîva Mouzadeh demek kurt li Girtîgeha Khorramabadê girtî mabû.
Mohiya Dahidî û Shura Fakhî bi kefaletê hatin berdan
Çalakvan Mohiya Dahidî ku li Girtîgeha Evînê girtî ye, bi kefaletê hat berdan. Hat ragihandin ku di Mohiya Dahidî ku di nava rêxistinên sivîl de wek kesekî dilxwaz dixebite û bi awayekî aktîf beşdarî xebatên alîkariyê dibe tê naskirin, kompîtur û telefona destan a ku dema hat binçavkirin hatin desteserkirin hêj nehatiye dayîn. Mohiya Dahidî ku bi awayekî demkî kefalet hat berdan, duh ji girtîgehê hat berdan, ji aliyê xizm û hevalên xwe ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.
Çalakvana Îranî Shura Fakhî jî duh ji Girtîgeha Amolê ku lê dihat ragirtin, bi kefalet hat berdan. Shûra Fakhrî ku bi dayîna kefaleta yek milyar tumena Îranê hat berdan, 75 roj girtî ma. Xwendekara zanîngeha Mazenderanê Shura Fakhrî bi sûcên “li dijî rejîmê propagandaya”, “li dijî lîderên Îranê heqaret”, “hevkariya hêzên dijî rejîmê hevkariya kar” û “mirovan li dijî rejîmê tehrîkkirina” hatibû girtin.
Du rojnamevan ji bo Dadgeha Şoreşê ya Tahranê hatin gazî kirin
Marjan Zehraeî û Maryem Shokranî ku li paytexta Îranê Tahranê rojnamevantî dikin, ji Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tahranê re hatin gazî kirin. Hat diyarkirin ku 2 rojnamegerên ku duh ji ber lêpirsîna der barê wan de hatibû vekirin celp hat şandin, dê di 18’ê Sibatê de derkevin pêşberî dadgehê.
Rojnameger Marjan Zahraeî li ser medyaya dîjîtal parve kir ku doza ku der barê wê de bi îdiaya " li dijî rejîmê propaganda” hatiye vekirin hê jî berdewam dike û dadgeha hat gazî kirin jî dosyaya dozek nû ye. Rojnameger Marjan Zahraeî îfadeya ku di derbarê dosyayek nû hat girtin de wiha parve kir: “Bi awayekî ecêb ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve bi tawaneke nû hatim gazîkirin..”
Her wiha ji doza li dijî Maryam Shokranî ya bi sûcdariya “li dijî rejîmê propagandakirin” hat vekirin re, wek zêde bi sûcdariyêm “Li dijî rêjimê lihevkirina veşartî, li dijî ewlehiya welat pêkanîna sûc" jî bo îfadedayînê hat gazîkirin.