Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana gel didome
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana gel a li dijî rejîma Îranê berdewam dike. Tevî hemû zextan jî xwepêşanvanan kolanan naterikînin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230206-20230206-20230206-20230206-jpg6f6f96-image-jpgb9b7b5-image-jpg1f8ed0-image-jpg65049d-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li Îranê bi nêzîkbûna salvegera şoreşa 11’ê Sibata 1979’an, daxwaza azadiya gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir mezin dibe.
Xwepêşanderan duh li bajarên Kirmaşah, Sinê, Seqiz, Mehabad, Civanro, Bane, Bokan, Îlam, Kamyaran û bajarên din li kolanan agir pêxistin. Xwepêşanderan ku li ser diwaran bi nivîsandina dirûşmeyên dijî Îranê dirûşmeyên azadiyê berz kirin, stran gotin û al û pankartên hikûmetê şewitandin. Xwepêşanderan daxwazên gelên Îranê yên azadiyê qîriyan.
Li Tahran, Karaj, Kum, Tebrîz, Erdebîl, Meşhed, Şîraz, Îsfehan, Ehwaz, Kerman û gelek bajarên din jî xwepêşanderan daxwaza rûxandina rejîmê kirin.